109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin 2024-02-01 21:51:07   NAVENDA NÛÇEYAN - 109 rêxistinên sûriyeyî diyar kirin ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyan "krîzeke mirovî" li herêmê çêkiriye û bang li hêzên navneteweyî kirin ku li dijî vê tevbigerin da ku êriş bi dawî bibin û parastina welatî û binesaziyan bikin.   Li pêş Çerxerêya Dara Jiyanê li taxa Siyahî ya Qamişloyê endamê rêvebera Nivîsgeha Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl a Herêma Bkaur û Rojhilatê Sûriyeyê Mizgîn Hisên bi beşdariya nûnerên ji rêxistinên herêmê daxuyanî xwend.   Hevbendiyê got dê ev daxuyanî ji rêxistin, desteyên navneteweyî û hikumetên cîhanê yên li herêmê dixebitin re were şandin.   Di daxuyaniyê de hate gotin divê civata navneteweyî, hikumet û desteyên navneteweyî tev li vê bangê bin da ku bersivekê wergirin û êşên şêniyên zirar dîtine sivik bikin, xizmetguzariyên bingehîn vegerînin, îstîqra li herêmê pêk bê.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku krîza mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaşt asta xwe ya nebaş, ji lew re pêdivî bi girîngî û alîkariyeke lezgîn ji hêla civaka navneteweyî ve bê dayîn. Li herêmê ji salan ve nakokî û bêîstîqrarî heye, di encamê de êşên şêniyên herêmê mezin dibin, berê jî li herêmê koçberî çêbû. Niha jî di encama bombebarana dawîn a dewleta tirk û hedefgirtina yekser a ji bo wêrankirina binesaziyan êdî xizmetguzariyên bingehîn pir kêm bûne; mîna gaz, av, kehrebê û petrolê.   Her wiha di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku pêdiviya çareserkirina krîza Sûriyeyê ya li herêmê bi hewldaneke hevkar ji hêla civata navneteweyî heye, ji ber ku krîza heye, enerjiya rêxistin an jî welatên ferdî derbas dike. Pêwîst e hikumet, rêxistinên nehikumî û desteyên navneteweyî  li hev bicivinû yekser alîkariyê pêşkêş bikin û çareseriyên mayînde pêşkêş bikin.   Di dawiyê de bang li civata navnetweyî, hikumet û desteyên navneteweyî hat kirin ku tev li bangê bin da ku bersiveke lezgîn a ji bo sivikkirina êşên şêniyên zirar dîtine wergirin, xizmetguzariyên bingehîn vegerin û îstîqrariyeke mayînde li herêmê pêk were.