ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN 2024-02-02 09:00:25 * Li Pasûrê ku ji derve gelek dengdêr li ser hatine tomarkirin, gel got: "Dê hilbijêrên wan nikaribin qeyûman rizgar bikin. Em ê qeyûman bişînin Enqereyê."  * Hevalê Viyan Soran a ku 18 sal beriya niha li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, Abubakir Mecîd ew vegot. Mecîd, diyar kir ku Viyan Soranê bi tevlibûna xwe sînorên civakî yê ku jinan re hatine xêzkirin derbas kir û got: "Bi çalakiya xwe biryardayina pêşengiya jiyaneke azad nişan da."    * Girtiyê bi navê Ferman Altûntaş ku sûd betalkirina rêziknameya Dadgeha Destûra Bingehîn der barê "bêyî endamtiya rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc" de girt, bi hinceta "rewşa nebaş" berdana wî ji aliyê lijneya îdare û çavdêriyê ve hat betalkirin.    * Di ser erdhejan re salek derbas bû. Di vê vê pêvajoyê de girîngiya platformên sivîl zêdetir derket holê. Ji Maseya Krîzê ya ku wê demê xwe gihand 250 hezar mexdûrên erdhejê Abdussamed Ûcaman got: "Eger ji me re bihiştana, me dikarîbû li bajarên derdorê vê spergalê bimeşanda."   * Li Hatayê ku di erdhejê de 5 nexweşxane hilweşiyan, xwegihandina tenduristiyê pirsgirêkek mezin e. Ji ber kêmbûna bijîşkan û nebûna alavan, nexweşên mexdûrên erdhejê neçar dimînin ku biçin bajarên derdorê.   * Çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ku li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin, bûn xeleka ewil a berxwedana 25 salan berdewam dike.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna doza derbarê rêveberên Baroya Amedê de ji ber gotina “Qirqirina Ermenan” hatiye vekirin dê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)    * “Meşa Mezin a Azadiyê” ku starta wê li Qers û Wanê hate dayîn dê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.00-17.00) ZINDΠ   * Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û çalakiya greva birçîbûnê dê berdewam bike. (11.00-17.00)    * Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê têkildarî hilbijartinên herêmî li avahiya partiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)    * Li Erziromê dê namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê bên pêşwazîkirin. (11.00)    * ÎHD, li gelek bajaran dê “Nobeta Aştiyê” bigire. (14.00)    * Meclisa Jinan a HDK’ê dê bi rojeva rêveberiyên herêmî li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê bicive. (17.00)