Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr 2024-02-02 09:04:04 HATAY - Li Hatayê ku di erdhejê de 5 nexweşxane hilweşiyan, xwegihandina tenduristiyê pirsgirêkek mezin e. Ji ber kêmbûna bijîşkan û nebûna alavan, nexweşên mexdûrên erdhejê neçar dimînin ku biçin bajarên derdorê. Di 6’ê Sibata 2023’yan de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li pey hev du erdhej çêbûn. Piştî erdheja bi pileya 7.7 ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê bû û danê sibehê saet 04.17’an de çêbû, saet di 14.23’yan de erdhejeke din a bi pileya 7.6’an pêk hat. Navenda vê erdhejê jî Elbîstan bû. Ji ber erdhejan ligel Mereşê, li Osmaniye, Hatay, Dîlok, Meletî, Semsûr, Edene, Kilîs, Amed, Xarpêt û Rihayê gelek avahî hilweşiyan. Li gorî daneyên fermî li Hatayê 13 hezar û 517 avahî hilweşiyane û 23 hezar û 65 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li bajarê ku hema bêje tu avahiyek saxlem nemaye, tenduristî yek ji pirsgirêkên sereke ye ku nehatiye çareserkirin.    PIRSGIRÊKÊN LI BENDA ÇARESERIYÊ NE   Di erdhejê de Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê ya Kevin bi temamî hilweşiyan, Nexweşxaneya Dewletê ya Akademiya Taybet û Nexweşxaneya Dewletê ya Taybet a Rojhilatê Deryaya Spî zirareke mezin dîtin û beşek ji Nexweşxaneya Bajêr a Antakyayê jî hilweşiya. Li nexweşxaneyên konteynirî yên piştî erdhejê hatin avakirin, amûrên wekî amûrên tomografiyê kêm in. Dema ku nexweş ji bo emar ûû tomografiyê sewqî nexweşxaneyeke tekûz a li bajêr tên kirin, nexweşîên giran bin demildest sewqî nexweşxaneyên bajarên li derdorê tên kirin. Nexweşên ku ji ber şert û mercên heyî rewşa wan a aboriyê nebaş e, nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê.    Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Hatayê (HTO) ya girêdayî Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Samî Reyhan û bijişk li ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li bajêr axivîn.   65 BIJÎŞKAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Endamê Lijneya Rêveberiya HTO'yê Samî Reyhan anî ziman ku di bin şert û mercên zehmet de xizmetê didin. Reyhan destnîşan kir ku di erdhejê de hema hema hemû nexweşxane hilweşiyane û wiha got: “Gelek navendên me yên tenduristiyê yên malbatê hilweşiyan. 65 hevalên me yên bijîşk jiyana xwe ji dest dan. Me cenazeyê 5 ji wan nedîtin. Di warê tenduristiyê de jî astengî çêbûn. Pêşî pêdivî bû ku hemî nexweş ji bo navçe an bajarên derdorê werin veguhaztin. Hêdî hêdî pêşveçûyîn hene, lê hê li pêşiya me rêyeke dirêj heye. Ji ber ku li şûna Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM) yên hilweşiyan ên nû nehatin çêkirin. Em hewl didin di konteyniran de xizmetê bidin. Xizmeta ku em di konteyneran de didin, di warê başbûnê de ne bi dilê me ye."    ASBEST Û ŞEWB   Reyhan bibîr xist ku piştî erdhejê demeke dirêj xetereya asbestê di rojevê de bûye û got ku encamên xisara asbestê ya li pişikê dê 15 sal şûnde rû bidin. Reyhan diyar kir ku ji ber hilweşîna ku berdewam dike metirsiya asbestê hê jî didome û der barê nexweşiyên alerjîk de jî ev tişt gotin: “Di destpêkê de nexweşiyên alerjîk û nexweşiyên pergala nefesê pir rû dan. Demekê me gurî belav bû. Ji ber ku mirov li cihekî teng, di konteyniran de bûn û di nava hev de bûn, veguherî şewbê. Niha wer xuya dike ku şewb qediyaye. Lê nêzî 2 hefte ye enfeksyona grîbla heye. Niha em li dijî vê têdikoşin."   NAVENDÊN TENDURISTIYÊ KÊM IN   Reyhan bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên wekî stargeh, germkirin û xwarinê û diyar kir ku ji ber ku ceryan pir tê qutkirin û çûnhatin zehmet e, xizmeta tenduristiyê jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Reyhan diyar kir ku xwenegihandina zexîreyên baş rasterast bandorê li pêvajoya nexweşînê dke û sozên Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr bibîr xistin û got: "Niha navendên me yên tenduristiyê kêm in. Yanî divê demildest cihê wan bê çêkirin. Midûrê me yê tenduristiyê têkildarî vê tiştên xweş gotin, lê divê ev pêk bên. Divê navendên me yên tenduristyê yên baş hebin."    Em navên bijîşk û tenduristkarên li Antakya, Samandag û Îskenderûnê li nexweşxaneyan dixebitin nabêjin, ji lew re dibe ku paşê ji kar bên avêtin. Bijîşkên li Navenda Tenduristiyê ya Malbatê ya di konteynerekê de ye dixebitin, destnîşan kirin ku di xizmeta tenduristiyê ya malbatê de kêmasiyên mezin rû didin. Bijîşkan bilêv kir ku li Hatayê peydakirina dermanan pir zehmet e û bal kişand ser şewba ku di demên dawî de pir belav bûye. Bijîşkan destnîşan kir ku ji ber ku paqijî tune ye ev nexweşîn li se rhev rû didin.    XETEREYA COVÎD-19'Ê   Bijîşk û peywirdarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyên prefabrîk û yên hatine tamîrkirin dixebitin ragihandin ku pirsgirêka herî mezin kêmbûna ekîpmanê ye. Bijîşkan ragihand ku lli nexweşxaneyê nû hatine avakirin tomografî, MR û amûrên din kêm in û ji ber vê xizmeta tenduristiyê tam nayê kirin.    Li aliyê din li gorî agahiyên ku Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) bi dest xistine, gelek kesan ji ber emelçûnê û verişandinê serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Samandagiyê dane û tê texmînkirin ku sedema van nerihetiyên wan ava şebekeyê ye.    MA / Yusra Batihan