Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin 2024-02-02 10:22:17 STENBOL - Li dijî Dêra Santa Marîayê êriş hatibû kirin û kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî êrişê lêpirsîn hatibû destpêkirin û 2 jê êrişkar bi giştî 25 kes hatin girtin.    Di 28’ê çileyê de li dijî Dêra Santa Marîayê ya li Sariyer a Stenbolê êrişeke çekdarî hate kirin. Di êrişê de welatiyê bi navê Tuncer Cîhan jiyana xwe ji dest da. Têkildarî êrişê lêpirsîn hatibû destpêkirin û êrişkar Amîrjon Kholîkov û Davîd Tanduev jî di nav de 34 kes gumanbar hatibûn binçavkirin û derxistin dadgehê.    Piştî îfadeyên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Cadeya Vatanê ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê û ji wir jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji gumanbaran 13 jê ji ber sûcê “endamtiya rêxistina terorê” û 21 jî bi sûcê “Kuştina bi qesdî û plankirî” sewqî dadgeriya sulhê ya nobedar hatin kirin. Êrişkar Kholîkov û Tanduev jî di nav de 25 gumanbar hatin girtin. 9 gumanbar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û got ku lêpirsîna wan hêj didome. Tunç, da zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de 60 gumanbar hatine binçavkirin û ji van 26 kesên eleqeya wan bi bûyerê re nebû ji bo dersînorkirinê li navenda paşveşandinê hatine veguhestin.