Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin 2024-02-02 11:23:20   COLEMÊRG - Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê li Şemzînanê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin. Meşvanan piştî pêşwazîkirinên “govenda azadiyê” gerandin.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ku di baskê meşê yê Wanê de ne îro li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ne. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di nav meşvanan de cih digirin. Meşvanên ku pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Meşa Azadiyê” dinivîse li xwe kirin, li navenda bajêr bi gel re hatin bahev.   ‘BIMRE KOLETÎ BIJÎ AZADÎ’    Meşvan di ketina bajêr de ji aliyê endamên partiyê ve bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Pişt re heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeyê meş hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” û “Bimre koletî, bijî azadî” hate berzkirin. Welatiyên li ser rêya meşê bi çepik û îşareta serkeftinê piştgirî da meşvanan.    ÎRMEZ: MEŞA ME MEŞA DEMOKRASIYÊ YE   Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez ku kesên ew pêşwazî kirin silav kir, wiha got: “Ev meş meşa aştî û demokrasiyê ye. 35 meh in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek heye. Divê teqez ev tecrîd were rakirin.”   Îrmez, anî ziman ku di her pêvajoya Abdullah Ocalan kete dewrê hêviyên aştiyê aj dan û wiha berdewam kir: “Gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê ji bo aştiyê li bendê ye ku ji Îmraliyê dengek derkeve. Ji bo vê jî gelek çalakî hatin kirin. Hevalên me yên girtî ji bo ‘tecrîd were rakirin’ ketin çalakiya greva birçîbûnê. Ji bo ku ev tecrîd were rakirin me jî dest bi meşê kir. Em bi biryar in, em ê bi biryarî meşa xwe bidomînin.”   KAYA: DIVÊ OCALAN AZAD BIBE   Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya jî bal kişand ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketine rê û wiha got: “Birêz Ocalan aştiyê dixwaze. Heke aştî pêk were dê bi destê birêz Ocalan pêk were. Ji ber wê yekê divê birêz Ocalan demildest were azadkirin.”   Namzetên Hevşaredariyê yên Şemzînanê jî bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Egîd Tekîn jî wiha got: “Hatina we ji bo me dîrokî ye. Meşa we dê bibe wesîleya ku tecrîda li ser Serokatiya me û girtiyan were rakirin.”   Piştî axaftinan meşvanan û welatiyan govend gerandin. Şêniyên bajêr Meşvanên Azadiyê bi îşaretên serkeftinê bi rê kirin. Meşvan di derketina bajêr de jî di nav çiyayên bilind “govenda azadiyê” gerandin.    Rawestgeha din a meşvanan dê navçeya Geverê be.