Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne 2024-02-02 11:36:34 QERS - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di “Meşa Mezin a Azadiyê” de axivî û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tekane muxatab birêz Ocalan e. Heta azad dibe jî dê têkoşîna me bidome.”  Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin û meş di roja duyemîn de didome. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û kesên din ên di baskê meşê de cih digirin, di saetên serê sibehê de ji bajar derketin rê û derbasî bajarokê Bazarcix ê navçeya Dîgorê bûn. Li vir daxuyanî hate dayîn.    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar xelkê bajarokê silav kir û wiha bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd: “Em dizanin ku ev polîtîkaya ku bi sedsalaye tê domandin bi xwe re tu encaman nayîne. Herî zêde jî dewlet bi vê dizane. Pirsgirêka kurd dikare bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd jî birêz Ocalan e.”    Dayika 80 salî Zarîf Anli ku meşvan pêşwazî kir jî wiha got: “Em ê her tim vê têkoşînê bidomînn. Em ê we bi tenê nehêlin.” Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.    'BILA TECRÎD RABE Û PIRSGIRÊKA KURD BÊ ÇARESERKIRIN’    Meşvan, piştre jî derbasî navçeya Dîgorê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan kesên di Komkujiya Dîgorê de hatin qetilkirin bi bîr anî. Ocalan, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Tevahiya mafên birêz Ocalan hatine binpêkirin. Em lewma li vir in û armanca me ew e ku tecrîd bê rakirin û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tekane muxatab birêz Ocalan e. Heta ku azad dibe jî dê têkoşîna me bidome. Sekna me seknekî rewa ye û ya ku ne rewa, hûn in ku qanûnan nas nakin û zilmê dkin. Bi qanûnên xwe bikin û xwe ji pêşiya me bidin paş. Hemû kes zilma we dibîne. Xelkê Dîgorê hay ji civîna ku birêz Ocalan li bir kirî heye. Di rojên herî zehmet de Dîgorê can da û serî netewand.”    Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila êdî tu kes nemire û aştiyeke birûmet pêk bê. Ev aştî jî tenê bi birêz Ocalan pêkan e. Gelê me her tiştî dizane û nas dike. Meşa me ya ji bo gelê me û rêberê me dê bidome. Êdî deriyên Îmraliyê vekin. Bila ev welat veguhere gulistanê.”    SAETEKÊ MEŞIYAN    Meşvan, piştî daxuyaniyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî berxwedana zindanan” li navenda navçeyê dest bi meşê kirin. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û dirûşman piştgirî dan. Piştî meşa saetekê, çalakvanan qurnefîl danîn cihê Komkujiya Dîgorê lê hatiye kirin.