Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê 2024-02-02 13:03:06     MÊRDÎN - Li çoltera Çiyayê Bagokê ku operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê.    Li herêma Çiyayê Bagokê yê li çoltera navçeya Nisêbîn a Mêrdînê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li herêma ku liv û tevgera Helîkopteran lê heye, gelek wesayîtên zirxî hatin sewqkirin. Hate zanîn ku operasyon li herêma di navbera gundên Talatê û Şekrîn de zêde bûye.    Her wiha ji herêmê carna dengê teqînan tê. Nehate zanîn ku ka şer û pevçûnek heye an na. Hate diyarkirin ku dibe teqîn ji ber bombeyên diavêjin şikeftan bibe.