Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn 2024-02-02 16:48:14 MÛŞ - Li bajaroka Norşîn a girêdayî navenda Mûşê TIR’a ku dewar lê barkirî bûn û trên li hev qelibîn. Di encama qezayê de sê kesan jiyana xwe ji dest dan û du kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek sewal jî mirin.     Li bajaroka Norşîn a girêdayî navenda Mûşê TIR’a ku dewar lê barkirî bûn û trên li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes birîndar bûn û gelek sewal jî mirin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê kirin. Hate diyarkirin ku li qada rayên trênê lê bûn ku qezaya trafîkê lê çêbû hişyariyên lambeyan tune bûne.