Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû 2024-02-02 17:01:28 NAVENDA NÛÇEYAN  - Di çalakiyên Nobeta Edaletê de “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li du baskan didome hate silavkirin.    Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatine destpêkrin îro jî berdewam kirin. Di çalakiyên îro de çalakvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” hatin silavkirin.      WAN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 60’an de berdewam kir. Gelek kes hatin serdana nobetê.    Nivîskar Heval Dilbihar di serdanê de axivî û got ku li dijî kesên bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewl didin têkoşînê têk bibin ji duh îro berxwedaneke mezin tê raberkirin û hemû cîhan jî bûye şahidê vê berxwedanê. Dilbihar, wiha domand: “Gelê kurd ev demekî dirêj e ji bo azadiya xwe têkoşîneke bêhempa raber dike. Û vê têkoşînê heta astekî destkeftî bidestxistiye. Lê îktîdar hewl dide vê têkoşînê têk bibe. Gelê kurd tevî zext û zilmê jî têkoşîna xwe ya azadiyê mezin dike. Yek ji qadên ku ev têkoşîn lê mezin dibe jî girtîgeh in.”    ‘GELÊ KURD DÊ BI TÊKOŞÎNÊ AZAD BIBE’    Dilbihar, anî ziman ku ji bo şikandina tecrîdê divê her kes tev li çalakî û xwepêşandanan bibe û wiha domand: “Gelê kurd dê bi têkoşînê azad bibe. Nivîskar, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedar, bi kurt û kurmancî divê her kes xwedî lê derkeve. Ev çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê tên kirin gelek binirx û watedar in. Em li gel xizmên girtiyan, meşvanên azadiyê û girtiyên xwe ne. Banga me ji bo her kesî ye; rabin ser pêyan û ji bo ziman, nasname, huner û çanda xwe tev li vê meşê bibin û bibin piştevanên qêrînên ji bo edaletê.”    Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.    AMED    Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî kete meha duyemîn. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan mîna her roj pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê û endamên Meclisa Şaredariya Rezanê hatin serdana çalakvanan.    Hevserokê Şaxa EMO ya Amedê Ufuk Bulut di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Bila girtiyên nexweş bên dermankıirin û yên cezayê wan xelas bûyî jî bên berdan.” Çalakvanan jî “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di 1’ê sibatê de hatiye destpêkirin silav kirin û banga tevlibûnê kirin.    Di tevahiya nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û stranên kurdî hatin gotin.    ÎZMÎR    Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de Nûnertiya DBP’ê ya Egeyê ya li Îzmîrê Nobeta Edaletê dabû destpêkirin û nobet di roja 18’an de berdewam kir.    Di çalakiyê de pankartên “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Li dijî tecrîdê berxwedan" vekirin. Rêxistinên DEM Partiyê yên Denîzlî, Bodrum û Bayrakliyê û endamên Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Îzmîrê hatin serdana çalakiyê.    MEŞA AZADIYÊ HATE SILAVKIRIN   Ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li Wan û Qersê hatiye destpêkirin silav kir. Yalçin bang li hemû gelan kir ku piştgiriyê bidin meşê û wiha got: “Hêvîdarim ku meşa azadiyê bi xwe re aştî û rakirina tecrîdê bîne.”    Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê Bulent Karakaş jî bal kişand ser mafdariya Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan daye destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Qêrîna dayikan a li vê derê pir girîng e. Em dixwazin civakeke di nava aştî û azadiyê de dijîn bin. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em li dijî tecrîdê aştiyê, li dijî şer aştiyê û li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin.”    STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 52’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.     Di çalakiya beşdarbûneke zêde lê hebû de rêveberên Rêxistinên DEM Partiyê yên Şîşlî û Bayrampaşayê, ANYAKAY-DER’ê û gelek welatiyan piştgirî daye. Di nobetê de peyama heta ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were dê çalakî berdewam bike hate dayîn.    Çalakiya nobetê bi klamên ku dengbêjan gotin û çepikan bi dawî bû.    EDENE   Nobetê Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 61’emîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê nobeta îro dewr girt. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.    Yek ji ciwanan Delal Bûlût, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan daxwazên ciwanan e. Bûlût, bi lêv kir ku tecrîd hem li dijî gelê kurd hem jî li dijî ciwanan tê pêkanîn û wiha got: “Em ê polîtîkayên şer pûç bikin. Heta ku berxwedana me bigihe serkeftinê dê berdewam ikbe. Em weke Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji vir careke din bi lêv dikin ku; Heta ku birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe dê berxwedana me berdewam bike.    Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    MÊRDÎN    Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Îro gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de li ser “Meşa Mezin a Azadiyê” nirxandin hatin kirin. Kesên tev li Nobeta Edaletê bûn diyar kirin ku dê Meşa Azadiyê mezintir bikin.    ÊLIH    Xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl ji bo Nobeta Edaletê li avahiya DBP’ê ya Bajar hatin gel hev. Çalakî di roja duyemîn de dom kir û gelek kes hatin serdanê. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun û gelek kes hatin serdana nobetê. Serdanên welatiyan di tevahiya rojê de berdewam kir û dirûşmên “ “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Bijî Serok Apo” û Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Hevserokên DEM Partiyê yên bajar Songul Korkmaz û Mûstafa Mesût Tekîk ji bo çalakiyê banga hestiyariyê û têkoşînê kirin.    MÊRSÎN   Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin li avahiya komeleyê dom kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû îro hate serdana nobetê. Di tevahiya nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” ve “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.    Turkoglû, di çalakiyê de wiha got: “Banga ‘bila tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin’ tê kirin. Ji ber ku derhiqûqtiyek heye. Dema îro bang li wezaretê tê kirin, jê re tê gotin ku bi qanûnên xwe bikin. Ev bêhiqûqtî êdî veguheriye feraseta rêvebirinê. Daxwaza me aştiyeke birûmet e. Ji bo vê jî divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Ji bo vê divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.”    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren jî got ku heta tecrîd tê rakirin û grevên birçîbûnê bidomin dê têkoşîna wan jî bidome. Eren, diyar kir ku daxwaza wan aştî ye.    Nobet bi gerandina govendê û stranên dayikan berdewam kir.