Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê 2024-02-03 09:07:30 STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleriyê anî ziman ku li Îmraliyê gelek binpêkirinên mafên mirovan hene. Yoleriyê destnîşan kir ku divê CPT biçe Îmraliyê û got: "Me ji CPT'yê xwest ku li dijî bêhiqûqî û tecrîda giran ku tê meşandin mueyîdeyan bisepîne û zorê bide hikûmetê."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de 35 meh in tu agahî nayê girtin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê yên ku her diçe girantir dibin, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Di SÎstema Înfazê de Civaka Sivîl (CÎSST), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û gelek baroyan bi daxwaza "serdana lezgîn" serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.   Di serlêdanê de ji bo Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku Abdullah Ocalan lê tê irtin, daxwaza "serdana lezgîn" a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş re hat hat kirin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî xwest ku tecrîd bê rakirin.   ‘BILA SEPANÊN TECRÎDÊ BÊN RAKIRIN'   Yoleriyê bal kişand ku Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di bin tecrîda taybet a li Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin û got ku tecrîd îşkenceyek e. Yoleriyê da zanîn ku polîtîkayên tecrîdê binpêkirina mafên mirovan e û got ku di hemû peymanên neteweyî û navneteweyî de bi vî rengî tê destnîşankirin. Yoleroyê wiha domand: “Pêwîst e tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bê rakirin. Sepandina wê ya berfireh li girtîgehên din ên Tirkiyeyê dibe sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan. Ji aliyê Wezareta Dadê ve tu daxuyanî nayê dayîn ku dest ji tecrîdê berdane. Bi rastî jî dê vekirina girtîgehên Tîpa S û Y’ê bibin sedema tecrîdeke girantir."    ‘LI ÎMRALIYÊ TECRÎDEKE GIRAN HEYE'   Yoleriyê bal kişand ser wê yekê ku "tecrîda ku rêbaza îşkenceyê ye divê bi her awayî ji holê bê rakirin" wiha pê de çû: "EM rêgezên navneteweyî, bi taybetî yên der barê girtiyan de israr dikin ku divê tecrîd neyê sepandin. Lê di serî de ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên girtin, rewş diguhere. Ev nêzî 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Her sê girtiyên din ji sala 2015’an ve nikarin hevdîtinê bi parêzerê xwe û malbata xwe re bikin. Ev rewş nîşan dide ku li Îmraliyê tecrîd û îzolasyoneke giran heye."    Yoleriyê diyar kir ku li gorî qanûnên navxweyî yên Tirkiyeyê mafê her girtiyekî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û got ku li Îmraliyê qanûna înfaza Ceza ya Tirkiyeyê û qanûnên piştî wê hatine paşguhkirin. Yoleriyê da zanîn ku nehiştina pêwendîdanîna bi derve re û hevdîtina bi malbat û parêzeran re binpêkirina mafan e û got: “Ji ber vê yekê li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û dibe sedema gelek binpêkirina mafan. Ji ber vê yekê ÎHD ji destpêkê ve ji bo rakirina tecrîdê gelek hewl dide. Herî dawî li gel baro û saziyên sivîl ên di vî warî de dixebitin, me serî li CPT'yê da, careke din serdaneke lezgîn bê kirin."   Yoleriyê destnîşan kir ku divê CPT biçe Îmraliyê û got: "Me ji CPT'yê xwest ku li dijî bêhiqûqî û tecrîda giran ku tê meşandin mueyîdeyan bisepîne û zorê bide hikûmetê."    ‘LI HEMÛ CÎHANÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ HELWESTEK HEYE'   Yoleriyê bi bîr xist ku piştî sala 2019’an ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek parêzer ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin serlêdan kirine û got: “Serlêdan ne tenê ji aliyê parêzer û parêzvanên mafan ên li Tirkiyeyê tên kirin. Em dibînin ku li hemû cîhanê li dijî vê bêhiqûqiya li Îmraliyê pêk hatiye helwestek heye. Me di serlêdana xwe de jî binê vê yekê xêz kir. Me wekî baro û rêxistinên mafên mirovan di vê pêvajoyê de careke din serlêdan kir."   Yoleriyê diyar kir ku divê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke xurt bê meşandin û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan berdewam dikin bi bîr xist û xwest ji bo qebûlkirina daxwazan dmeildest gav bê avêtin.    MA/ Esra Solîn Dal