Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan 2024-02-03 09:32:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Seroka Bankaya Navendî Hafîze Gaye Erkan îstîfa kir, Serokê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan. Balkêş bû ku di biryara ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin de ji bo Erkan wiha hate gotin “Ji peywîrê hatiye girtin”.    Piştî ku Seroka Bankaya Navendî Hafîze Gaye Erkan îstîfa kir, Serokê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan. Di biryara ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin de ji bo Erkan wiha hate gotin “Ji peywîrê hatiye girtin”.   Erkan di daxuyaniya xwe de ragihand ku “efûya xwe dixwaze” û Wezîrê Maliye û Xezîneyê Mehmet Şîmşek jî got ku “Biryara şexsî ya Hafîze Gaye Erkanê ye.”   DI NAVA 5 SALAN DE 5 KES HATIN TAYÎNKIRIN    Serokê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan. Karahan bû serokê 8’emîn ê di serdema AKP’ê de û bû kesê 5’emîn ê di nava 5 salan de hatine tayînkirin.