Li Stenbolê ciwanek bi îdiaya hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye hate kuştin 2024-02-03 15:20:40   STENBOL - Li Arnavûtkoyê ciwanê bi navê Ahmet E. yê 26 salî bi îdiaya ku hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye ji aliyê polîsan ve hate kuştin.    Li Taxa Nenehatûn a Arnavûtkoy a Stenbolê duh bi şev ciwanê bi navê Ahmet E. yê 26 salî bi îdiaya ku hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye ji aliyê polîsan ve hate kuştin.    Di bûyera duh bi şev saet 22.50’yan qewimî de, li gorî îdiaya polîsan wesayîta Ahmet E. tê de li ser “gumanê” hate xwestin bê sekinandin. Polîsan îdia kir ku Ahmet E. hevalê wî Y.O. yê 29 salî wesayît berdan û hewldan weke peya birevin. Hate îdiakirin ku Ahmet E. yê pişt re hate binçavkirin dema di bin çavan de hewl daye çeka polîsan bigire û di vê kêliyê de bi guleya hatiye berdan birîndar bûye. Ahmet E. yê bi awayekî birîndar rakirin nexweşxaneyê li vir jiyana xwe ji dest da.    Y.Ö. hate binçavkirin û derbarê polîs S.E. û E.K. de kirariyên edlî hatin destpêkirin.