Nobeta Edaletê: Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine 2024-02-03 17:35:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên di Nobeta Edaletê de bal kişandin tecrîda li Îmraliyê, diyar kirin ku heta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe dê çalakiya xwe bidomînin û wiha gotin: “Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine.” Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.   AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 61’an de berdewam dike. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê, endam û rêveberên navend û navçeyan û gelek kes beşdar bûn.    Beşdarvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û piştgiriya malbatan kir. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û stranên kurdî hatin gotin.    Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz ê di çalakiyê de axivî, destnîşan kir ku divê mafê jiyanê û rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş neyê binpêkirin û wiha got: “Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan demildest were rakirin.”   Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî bi bîr xist ku Ocalan 25 sal in li Girava Îmraliyê tê ragirtin û 3 sal in ne bi malbat ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê dike. Yaray, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Heta ku tecrîd neyê rakirin û Abdullah Ocalan azad nebe dê Nobeta me ya Edaletê jî Meşa me ya Azadiyê jî berdewam bike.”   ÊLIH    Nobeta di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DBP’ê ya Bajêr a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li bajêr serdana nobetê kirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şiray ê di serdanê de axivî, bang kir ku xwedî li nobetê bê derketin.    Şiray, anî ziman ku ji bo polîtîkayên zext û zilmê yên desthilatê yên li ser girtîgehan bi dawî bibin divê zexta raya giştî hebe û banga mezinkirina piştevaniyê hate kirin. Di nobeta tevahiyê rojê serdan berdewam kirin de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” berz kirin.    MÊRDÎN     Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Bajêr a Mêrdînê tê domandin, îro Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ên ji Dêrîkê hatin dewr girtin. Di Nobeta Edaletê ya gelek kesan serdana wê kir de dayikan û beşdarvanan bi hev re stran gotin û helbest xwendin. Di Nobeta Edaletê de bi beşdarvanan re li ser azadiya Ocalan sohbet hate kirin û Dengbêj Hacerê jî klam gotin.   Rêveberên MED TUHAD-FED’ê yên ji Amedê hatin jî serdana Nobeta Edaletê kirin. Li ser navê şandeyê rêveberê MED TUHAD-FED’ê Orhan Işik mafê axaftinê wergirt û da zanîn ku Meşa Azadiyê dê heta 15’ê Sibatê ji du baskan berdewam bike û got: “Girîngiyeke manevî ya vê meşê heye. Ji cihê birêz Ocalan di sala 1976’an de dest bi meşa şoreşê kir hate destpêkirin. Em dişopînin û dibînin ku xwedî derketineke bi ruhê salên 90’î heye. Ez careke din li ber têkoşîna we bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em ê ji vê saetê û şunde çawa dikarin zêdetir vê berxwedanê mezin bikin, em ê ji bo vê têbikoşin.”   WAN     Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 61’an de berdewam kir. Rêveberên rêxistina navçeyê ya Artêmêtê û namzetên hevşaredariyê û gelek kesan serdana nobetê kirin.      Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya, girtiyên di çalakiya girave birçîbûnê de ne silav kirin û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin, ne tecrîda li ser girtîgehên din ne jî tecrîda li ser civakê dê were rakirin. Heke ev tecrîd rabe dê civak azad bibe. Em weke dayikên aştiyê mirinê naxwazin û em alîgirê aştiyê ne. Em bang li CPT û Wezareta Dadê dikin; herin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Êdî dem dema ji bo aştiyê gav avêtinê ye. Em dixwazin heta 15’ê Sibatê ev bêedaletî ji holê rabe û aştî û edalet pêk were. Bila herkes destê xwe dirêjî aştiyê bike û ji van berxwedanan re bibe deng. Êdî dem dema ku em Ocalan di nava xwe de bibînine.”   Pişt re Çetîn Ûyar ê li ser navê TUHAY-DER’ê axivî jî bal kişand ku ber bi aştî û azadiyê ve gav tên avêtin û wiha got: “Meşa Azadiyê, nobetên edaletê û berxwedanên girtîgehan gaveke mezin ên ber bi aştî û edaletê ve ne. Divê em li dijî tecrîdê hezeke mezin nîşan bidin. Ev gavên bingehîn dê di serî de azadiya birêz Ocalan pişt re jî azadiya gelê kurd bi xwe re bîne. Divê herkes xwedî liv an çalakiyan derkeve. Bi hezaran hevalên me dê meşa xwe li Amarayê bi dawî bikin. Divê em hemû vê çalakiyê veguhêzin her kolan, tax û qadên jiyana xwe.”   EDENE    Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 62’yemîn de berdewam dike. Tevî Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Edeneyê hatin serdana nobetê.    Dayika Aştiyê Sevîl Bahadir destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li ser tevahiya civakê tên meşandin. Bahadir anî ziman ku ji bo mirov nemirin, divê demildest Abdullah Ocalan azad bibe û her kesê vexwend têkoşînê.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di avahiyê komeleyê de berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê, rêveberên navçeya DEM Partiyê yên Akdenîzê, Namzetên hevşaredariyê yên  Akdenîzê Nuray Arslan û Hoşyar Sariyildiz û gelek welatî hatin serdana nobetê.     Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren a tev li nobetê dibe destnîşan kir ku ji bo aştî û demokrasi were Kurdistan û Tirkiyeyê divê tecrîd bi dawî bibe û da zanîn ku pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêwistiyeke mezin e.    ‘MUXATAB ABDULLAH OCALAN E’   Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan anî ziman ku muxabatê pirsgirika kurd û çareseriya demokratîk Abdullah Ocalan e û balê kişand ser pêvajoya diyalogê. Aşan da zanîn ku  pêvajoya diyalogê ji hêla her kesê ve hatibû qebûlkirin û xwedîderketin.    PIŞTÎ ÇALAKIYÊ MEŞA BI GIRSEYÎ   Piştî axaftinan çalakî bi gotina stranan dom kir. Kesên tev li çalakiyê bûn piştre çûn serdana Abdullazîz Ozdemîr ê piştî 31 salên girtî ji Girtîgeha Tarsûsê hatiye berdan. Tevî Dayikên Aştiyê dehan kes ji avahiyê komeleyê ber bi mala Ozdemîr ve meşiyan. Kesên li derdor jî tev lî meşê bûn û girse xurt bû. Di meşê de gelek caran “Bijî berxwedanan zindanan”, “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Jin, jiyan azadî” hatin berzkirin. Gelek kesên derdor jî bi diruşm, çepik û rakirina destên xwe, piştgirî dan meşvanan. Ozdemîr meşvanan li pêşiya malê pêşwazî kir. Meşvan kûlîlk dan Ozdemîr.   STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 53’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.     Rêveberên ANYAKAY-DER, parlamenterên EMEP’ê yê Stenbolê Îskender Bayhan, endamê MYK’a DEM Partiyê Kerem Firtina, endamên Meclisa Ciwanan ên partiyê, rêxistinên DEM Partiyê yên Sûltangazî, Kuçukçekmece, Beyoglû û Navenda Çandê ya Guney serdana nobetê kirin.    BAYHAN: JI BO ÇARESERIYÊ EM BI HEV RE TÊDIKOŞIN    Parlamenterên EMEP’ê Îskender Bayhan ê li vir axivî, bal kişand ser çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên lidarxistin. Bayhan, qala polîtîkayên neçareseriyê yên desthilatê yên têkildarî pirsgirêka kurd kir û wiha got: “Ji bo em van teşhîr bikin û tecrîd teqez were rakirin û jinûve pêvajoya çareseriyê ya siyasî dest pê bike em bi hev re têdikoşin.”   ‘BI SERNEKETIN DÊ BI SER NEKEVIN’     Endamê Navenda Çanda Guney Nûrettîn Seyrek jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û wiha got: “Divê em weke şoreşger, sosyalîst û welatparêz di vê têkoşînê de bi hev re bin. Hewl dan bi sedsalan li welatê me, li bakurê Kurdistanê me asîmîle bikin, zimanê me, çanda me, her tiştên me, axa me dagir bikin, lê bi ser neketin, wê bi ser nekevin.”   Endamê MYK’a DEM Partiyê Kerem Firtina jî banga xwedîderketina Nobeta Edaletê li hemû beşên civakê kir û wiha got: “Ji bo min cihê rûmetê ye ku li vir bi we re me. Ji ber vê yekê ez jî serbilind bûm ku bi dayika xwe re hatim vê derê. Mesele hevgirtin û di her şert û mercî de bi hev re bûn e.”   Çalakiya nobetê ku peyama heta daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk neyên têkoşîn dê bidome hate dayîn, bi klamên dengbêjan gotin û çepikan bi dawî bû.