Parêzerê Abdullah Ocalan: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxistin 2024-02-04 10:52:10   STENBOL - Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku hêzên komploya navneteweyî pêk anîn li bendê bûn ku Abdullah Ocalan bi “berxwedaneke ne bi hostayî” şer dijwartir bike û wiha got: “Lê siyaseta birêz Ocalan a jiyanê ev lîstik tevek vala derxist.”    Hêzên kûrewî ku hewldan bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) mudaxileyî Rojhilata Navîn bikin, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke astengiyek didîtin û ji bo tunekirina wî plan xistin meriyetê. Dema plana tunekirinê bi ser neketî jî îcar plana komploya navneteweyî ya bi destê Gladioya NATO’yê xistin meriyetê. Ji ber zextên lekerî û siyasî yên li ser hikûmeta Şamê, Abdullah Ocalan neçar ma ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derkeve. Pêvajoya ku bi çûna Rêberê PKK’ê ya Ewropayê re dest pê kir, 130 rojan berdewam kir. Abdullah Ocalan weke “kesê nayê xwestin” hat ragihandin, piştî revandinê anîn Tirkiyeyê û li Girtîgeha Yekkesî ya Îmraliyê hate tecrîdkirin.    Abdullah Ocalan bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re ev planên tesfiyeyê bala derxist û niha dîsa di tecrîdeke girankirî de ye. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ji ajansa me re axivî.    KOMPLOYA SEDSALA 21’EMÎN   Emekçî, komploya navneteweyî weke “Komploya sedsala 21’emîn a ku tu mînakên wê nînin” pênase kir û wiha got: “Li seranserî cîhanê hat koordînekirin. DYA’yê di çarçoveya BOP’ê de hinek pêşniyar ji bo birêz Abdullah Ocalan kilr û birêz Ocalan ev pêşniyar red kir. Lewma komplo kete meriyetê. Dema birêz Ocalan hêj li Şamê qasidên DYA-Îsraîl û Ingilistanê hatin cem wî û teklîfa tevlibûna BOP’ê kirin. Lê ev teklîf red kir. Di axaftineke xwe de dibêje; ‘Ez şervanekî azadiyê me ku utopyaya azadî û wekheviyê ya gelan diparêzim. Ez nabim şervanekê tu kesên din. Ji ber vê sekna min ku nekarîn bikişînin nava BOP’ê, komplo xistin dewrê.’”   BAWERIYA BI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD    Emekçî, destnîşan kir ku bi komployê re Abdullah Ocalan dane zorê ku ji Şamê derkeve û wiha pê de çû: “Dixwest pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe lewma berê xwe da Ewropayê. Di 1’ê îlona 98’an de bi awayekî yekalî agirbest hatibû ragihandin. Ji bo piştgiriya navneteweyî ya dîplomatîk ev gav avêtibû. Ji Lenîn heta Humeynî, ji bo gelek muxalîfên siyasî li Ewropayê mafê îltîcayê hatibû dayîn. Weke welatên demokrasî û hiqûqê dihatin zanîn. Bingeha çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li wir hebû. Lewma xwest rêya Ewropayê biceribîne. Heke rêya çiyê tercîh bikira dê şer girantir bûbûya. Ji ber ku amadekarî hatibûn kirin û her roj çiya dihatin bombebarankirin. Dibûya ku bi sedan, bi hezaran kurd ji bo parastina Ocalan biketina şer û jiyana xwe ji dest bidana. Lê birêz Ocalan siyaseta jiyanê esas girt.”       LI DIJÎ KOMPLOYÊ SIYASETA JIYANÊ    Emekçî, bi lêv kir ku bi komploya navneteweyî re Abdullah Ocalan hatiye çarmixkirin û wiha got: “Û piştre li kevirên Îmraliyê re zincîr kirin. Ji destpêkê ve du armancên komployê hebûn. Ya yekemîn tunekirin, ya din jî heke ew nebe radestkirina wî ya Tirkiyeyê bû. Hemû kes wê demê li bendê bû ku Ocalan bi awayekî nehosteyî şer dijwar bike. Lê di hevdîtina ewil a bi parêzeran re ya di 25’ê sibatê de got ku dê agirbesta 1’ê îlonê bê domandin. Siyaseta wî ya jiyanê hem lîstika kûrkirina pirsgirêka kurd vala derxist û hem jî kir ku hêzên xwe biparêze û mezin bike. Birêz Ocalan dibêje; ‘Ez ne dîlgirtiyê Tirkiyeyê, yê komploya navneteweyî me.’ Armanca komployê kûrkirina pirsgirêka kurd bû. Parastina xwe li dijî pergala cîhanê dike. Modernîteya Demokratîk jî bi vî awayî pêş dixe. Bi sala ye armanca komployê ji Tirkiyeyê re vedibêje û banga çareseriyê dike lê hêj jî li Tirkiyeyê îradeyeke wiha derneketiye.”    LOZAN BI KOMPLIYÊ NÛJEN KIRIN   Emekçî, daxuyand ku hêzên kûrewî xwe bi neçareserkirina pirsgirêka kurd xweyî dikin û ev tişt anî ziman: “Lewma bi komployê xwestin di şexsê Abdullah Ocalan de pirsgirêka kurd kûr bikin. Pergala cîhanê bi taybet jî ji bo kurdên li Bakur, ji Lozanê heta niha polîtîkaya neçareserkirinê di meriyetê de ye. Derket holê ku çareserî bi kêrî karê dewletên ewropî nayê. Ji ber ku heke çareser bibe dê di destê wan de tiştekî bi kar bînin nemîne. Jixwe birêz Ocalan dibêje; ‘Komploya navneteweyî ne roja şînê, roja ronakbûn û girtina dersan e.’ Li aliyên Lozanê binêrin; tevahiya hêzên di Lozanê de li dijî kurdan îmze avêtin di vê komployê de jî cih girtin. Di şexsê birêz Ocalan de Lozan careke din nûjen kirin. Lê sekn û berxwedana birêz Ocalan a li Îmraliyê, ev komplo vala derxist. Madem pirsgirêka pergala cîhanê bi meseleya kurd re heye, wê demê divê mirov pergala cîhanê baş binirxîne û bersivê bide komployê. Ji Sûriyeyê heta Îran û Misrê, gelek dewlet di nava komployê de bûn. Naxwazin kurdan weke aktorekî bibînin. Lê Ocalan dixwaze statûkoya sedsalî biguherîne. Kurdê azad temsîl dike.”   ‘HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ HATIN SABOTEKIRIN’    Emekçî, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di nava 25 salan de gelek caran ji bo çareseriyê hewl da û wiha pê de çû: “Lê ev hewldan nehatin bersivandin. Tirkiyeyê her carê ev hewldan sabote kir. Agirbestên di navbera 1999-2003’yan de, ya di 2007’an de, pêvajoya Osloyê ya di navbera salên 2008-2009-2011’an de û pêvajoya 2013-2015’an hatin sabotekirin. Yên baş li van pêvajoyan dinêre, dê bibîne ka kîjan hêzan sabote kirine. Birêz Ocalan got ku heke bi milyonan kes xwe birêxistin bikin û bibin îktîdar dikarin valahiya îradeya siyasî bê dagirtin û ji bo vê Rêya Sêyemîn pêş xist. Îradeyeke siyasî tune ye, nexwe çareserî amade ye.”    KÛRKIRINA ŞERÊ KURD Û TIRKAN   Emekçî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sabotekirina hewldanên birêz Ocalan de rola hêzên navneteweyî jî heye. Birêz Ocalan dibêje; ‘di komployê de rola gardiyantiyê dan Tirkiyeyê.’ Heke bala we kişandibe di pêvajoyên çareseriyê de Tirkiye nefes digire û aborî baş dibe. Li van 8 salên dawî binêrin, tu dewlet neman ku Tirkiyeyê tavîz nedabinê. Weke mînak ji bo astengkirina qursên kurdî yên li Japonyayê tawîzan dide. Ji bo tunekirina her tiştê bi navê kurd tawîzan dide. Gelek caran birêz Ocalan got; ‘li şûna ku ewqas tawîzan bidin, werin vê derê bi min re li hev bikin.’ Lê mixabin wisa nakin. Bi dayîna ewqas tawîzan êdî çavkanî ji xwe re nehiştine. Rêya xelasiyê, Rêya Sêyemîn e. Çareserî bi rê, siyaset, partî û perspektîfeke nû dibe.”   ‘ÇARESERÎ BIRÊZ ABDULLAH OCALAN E’   Parêzer Emran Emekçî axaftina xwe wiha qedand: “Çareserkirina pirsgirêka Filistîn û kurdan pir hêsan e. Pergala kapîtalîst bi rêya netewe-dewletan dixwaze aloziyê li Rojhilata Navîn kûrtir bike. Armanca wê ne çareserî ye. Çareseriya pirsgirêkên kurd, filistînî, asur, ermen û hemû bindestên din ên li Rojhilata Navîn di parastinên birêz Ocalan de hene. Birêz Ocalan dibêje; ‘Li Rojhilata Navîn a demokratîk cihê kurdan jî filistînî û îsraîliyan jî heye. Agir bi agir nayê vemirandin. Agir bi avê tê vemirandin. Av jî demokrasî ye.’    Îmrali, pergaleke navneteweyî ye. Lewma divê zextekî navneteweyî were kirin. Divê kampanyayên navneteweyî û Rêya Sêyemîn mezin bibin. Bi rêya zexta raya giştî dikare ev statûkoya çewt were bidawîkirin. Dibe ku enerjiyeke veguherînê jî bi xwe re bîne. Lewma kampanyaya navneteweyî girîng e. Ji bo Mandela jî di qada navneteweyî de kampanya hatin kirin. Heke DYA û Ingilistan erê bikin, li hundir jî têkoşînên girseyî pêş ketin. Vê jî bi xwe re çareserî û vîna çareseriyê pêş xist. Ocalan ji bo vê amade ye. Ya ku kêm îradeya siyasî ya dewletê ye. Divê îradeyeke ku bi Ocalan re îradeya çareseriyê pêş bixe hebe. Ev jî azadî ye. Azadiya birêz Ocalan û çareserî girêdayî hev in. Lewma bi van kampanyayan hewl didin vê îradeyê derxînin holê.”    MA / Îbrahîm Irmak