Meşa Azadiyê guh nade sir û seqemê! 2024-02-04 11:51:45   COLEMÊRG - Tevî hewayê sar û barîna berfê jî “Meşa Mezin a Azadiyê” didome. Meşvanên ku li gundan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, bi çepik û tililiyan ber bi Elkê ve hatin oxirkirin.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Koma ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û parlamenterên DEM Partiyê pêk tê, îro ji navenda Colemêrgê derketin rê.    LI AŞÛTÊ BI COŞ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN     Meşvan, li Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê bi çepik û tililiyan hatin oxirkirin. Meşvan, li gundê Aşûtê yê girêdayî navçeya Çelê ji hêla welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Tevî barîna berfê jî eleqeyeke zêde ji bo meşvanan hebû. Di dema pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    Welatiyên ku meşvan pêşwazî kirin, bi wan re heta derketina gund meşiyan. Di meşê de dîmenên rengîn derketin û coşeke mezin hebû.    Meşvan, li Bihûroka Suvarakutrayê bi meşaleyan meşiyan. Li vir govenda azadiyê hate gerandin û piştre jî meşvan ber bi navçeya Elkê ve ketin rê.