ROJEVA 5'Ê SIBATA 2024'AN 2024-02-05 09:00:38   * Abdûrrahman Ayhan ku gava xwendekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê bûye Abdullah Ocalan nas kiriye, anî ziman ku her kes gava ew nas dikir dibû heyranê wî û got ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk komploya navdewletî pûç kiriye.    * Dayikên Aştiyê yên li Êlihê di Nobeta Edaletê de cih digirin, diyar kirin ku dixwazin ji Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda mutleq de agahiyekê wergirin.    * Yek ji rêveberên OHD’ê parêzer Yûnûs Emre Guneş ku di nav kesên ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê serlêdan kirin de ye, destnîşan kir ku divê baro li dijî tecrîdê zextê li Wezareta Dadê bikin.   * Derket holê ku Midurê Polîsan ê Akdenîzê Ebûbekîr Fîl ku di nava “hilbijêrên xeyalî” yên DEM Partiyê li navçeya Akdenîzê îtîrazî wan kiriye de ye, têkildarî îtîrazan lêkolîn kiriye.    * Welatiyên li navçeya Hezroyê daxwaza desthilatê ya bidestxistina şaredariyê ya bi hilbijêrên veguhestî re weke “Li pey xeyalekê ne, ev yek dê tenê xeyal be” nirxandin.    * Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê yê berê Ferît Kahraman, da zanîn ku hilweşandina avahiyên pir xesar dîtî li gorî rêziknameyê nayê kirin û got ku “Herêmên erdhejê bûne cihên rantê.”   * Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye jî, li Semsûrê pirsgirêka xaniyan a mexdûrên erdhejê hê nehatiyê çareserkirin. Li Semsûrê xebatên rakirina xirbeyan jî hêj bi dawî nebûne û mexdûrên erdhejê ev salek e di nava xirbeyên ku xizmên xwe lê winda kirine hewl didin jiyana xwe bidomînin.   * Li navçeya Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû, her çend salek derbas bû jî pirsgirêka xaniyan a mexdurên erdhejê nehat çareserkirin. Ji aliyeki mexdûrên erdhejê li bendê ne ku pirsgirêkên wan ên xaniyan bên çareser kirin û ji aliye din jî li navçeyê şopa erdhejê weke roja ewil e.   * Di demekî şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê berdewam dikin de li Rojhilata Navîn cepheyên nû vedibin. Li Sûriyeyê, Yemenê, Lubnanê û Iraqê hedefgirtina komên ku Îran piştgiriya wan dike, îşaret bi şerekî nû yê li herêmê dike.    * Apartmana Atîlla Eren a li Hatayê ku li şûna 7 qatan weke 14 qat hatibû çêkirin di erdhejê de hilweşiya û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Ecevît Alkan got ku kesên qadên zeytûngehan ji îmarê re vekirîn ev saleke hêj nehatine lêpirsîn.   * Meşa Mezîn a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd ji du baskan ve hatiye destpêkirin dê bidome. (10.00-18.00) ZINDΠ   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê bi boneya yekemîn salvegera erdhejê biçe serdana Semsûrê. (10.30-16.00) ZINDΠ   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê bi boneya salvegera erdhejê biçe serdana navçeya Bazarcix a Mereşê. (10.30-15.00) ZINDΠ   * Nobeta Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bike. (11.00-17.00)   * Şaxa TUMBEL-SEN a Amedê dê têkildarî zextên şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm de tên kirin daxuyaniyê bidin. (12.30)   * Ji bo namzetên şaredariyê yên DEM Partiyê yên Amedê çalakiya pêşwazîkirinê bê lidarxistin. (13.00)