Li Semsûrê ne kavil hatin rakirin ne jî pirsgirêka xaniyan hat çareserkirin! 2024-02-05 09:12:58 SEMSÛR - Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye jî, li Semsûrê pirsgirêka xaniyan a mexdûrên erdhejê hê nehatiyê çareserkirin. Li Semsûrê xebatên rakirina xirbeyan jî hêj bi dawî nebûne û mexdûrên erdhejê ev salek e di nava xirbeyên ku xizmên xwe lê winda kirine hewl didin jiyana xwe bidomînin. Yek ji bajarê di erdhejên 6'ê Sibatê de yên navenda wan Mereş bû bandor girt Semsûr bû. Li gor hejmarên fermî li Semsûrê zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û 5 hezar û 953 avahî hilweşiyan. Piştî erdhejê Wezareta Hawirdor û Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ji bo 20 hezar avahiyên li bajêr biryara "hilweşandina lezgîn" da. Li Semsûrê her çend salek di ser erdhejan re derbas bûye jî xebatên rakirina kavilan bi dawî nebûne û hê jî dest bi hilweşandina gelek avahiyên ku xesereke mezin girtine nehatiyê kirin.   Her wiha tevî ku salek derbas bûye jî li Semsûrê pirsgirêka xaniyan a mexdûrên erdhejê nehatiyê çareser kirin. Mexdûrên erdhejê ku gelek xizm û nasên xwe di erdhejê de winda kirine di nav kavilên xizm û nasên xwe winda kirine de hewl didin jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Ji ber nerakirina kavilan û hilneweşandina avahiyên xesera mezin girtine tevî salek di ser erdhejê re derbas bûye jî bandora erdhejê li Semsûrê wekî roja ewil e.  Tevî ku salek di ser erdhejan re derbas bûye jî, li taxa Karapinar a navenda Semsûrê xirbeyên avahiya ku di erdhejê de hilweşiyane hê nehatine rakirin. Li derdora xirbeyan makîneyên karî hene, lê xuya dike ku ew jî naxebitin. Li Semsûrê gelek xirbeyên bi vî rengî hene ku hê nehatine rakirin. Li heman taxê xebata hilweşandina avahiyan ku di erdhejê de xesereke mezin girtiye didome. Lê tevî ku ew avahî li ser kolanê ye û ji bo wesayîtên di kolanê re derbas dibin xetereyan didin der jî tu tevdîr nehatine girtin. Her wiha ji ber ku di hilweşandina avahiyê de av nehatiye reşandin toz û dûmana kavilan li nava bajêr belav dibe. Li Semsûrê ku ev salek e xebatên hilweşandina avahiyan û rakirina kavilan neqediyayê toz û dûman jî li nava bajêr belav dibe û ew yek jî ji bo tendûristiya mirovên li bajêr dijîn xetereyan dide der.    smsr-05-02-2024-erdhej-salik-derbas-bu-goristan   Kavilên ku ji bermahiyên avahiyên hilweşiyayî jî li çemê li rex Goristana Karapinarê hatine rijandin. Piştî çem ji kavilan tije bûye vê carê kavil li nava goristanê tên rijandin. Goristana ku bi sedan kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn lê hatin definkirin jî bû "sergoyê" kavilên erdhejê. Kavilên ku li kêleka goristanan hatine rijandin, li ba mexdûrên erdhejê yên ku diçin goristanê bûn cihê bertekan.   MEXDÛRÊN ERDHEJÊ WÊ BIBIN DEYNDAR   Li Semsûrê ku wêraniyeke giran lê pêk hat, malên gundan jî di nav de bi tevahî 41 hezar xaniyên nû tên çêkirin. Li gel ku salek di ser erdhejan re derbas bûye jî, hê jî ne diyar e dê kengê mexdûrên erdhejê derbasî xaniyên nû bibin. Mexdûrên erdhejê ku serî li xaniyên tên çêkirin didin wê ji bo xaniyekî ji bo 20 salan 750 hezar TL kredî bi deyn bidin. Mexdûrên erdhejê ku li benda xaniyên nû ne, wê bi deyn derbasî xaniyên nû bibin. Bi vê yekê mexdûrên erdhejê wê deyndar bibin. Mexdûrên erdhejê ku dê vê salê jî bê xanî derbas bikin, di konteyniran de li benda çareserkirina pirsgirêka xaniyan in. Li Semsûrê 20 noqteyên cuda 13 hezar û 726 konteyner hatine danîn û mexdûrên erdhejê ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane di van konteyniran de dimînin. Ji mexdûrên erdhejê Nazli Guler (62) ku li bajarê konteynirê yê li taxa Karapinar a navenda Semsûrê dimîne diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan hilweşiyane û bi bûk, nevî û zarokê xwe re di konteynerê de dimîne got ku tenê daxwaza wê ew e ku demildest derbasî xaniyên nû bibin.   'DEWLET DEWLEMEND BÛ GEL PERÎŞAN BÛ'   Mexdûra erdhejê Guler Yilmaz (43) jî diyar kir ku di erdhejê de xaniyê wan hilweşiyaye û 4 saetan di bin xirbeyan de mane. Yilmaz anî ziman ku bi mehan li derve man û wiha got: "Sê meh berê me karibû li vê konteynerê bi cih bibin. Di erdhejê de me gelek xizmên xwe winda kirin. Ji ber ku hê kavilên xaniyên me nehatine rakirin derûniya me bêtir xirab dibe. Divê ew kavil demildest bên rakirin. Konteynirek bi dest me ket, lê dema baran dibare hundir tije av dibe û konteynir teng in. Di konteyniran de jiyan zehmet e. Yan bila dewlet baş li me binêre an jî nenêrê. Me ji bo xanî serlêdan kir lê em nizanin wê kengî xaniyan bidin me. Dewlet di erdhejê de hê dewlemend bû lê gel perîşan bû."   MA / Mahmût Altintaş