Gelo li Rojhilata Navîn hedefa nû Îran e? 2024-02-05 10:09:25 ÎZMÎR - Di demekî şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê berdewam dikin de li Rojhilata Navîn cepheyên nû vedibin. Li Sûriyeyê, Yemenê, Lubnanê û Iraqê hedefgirtina komên ku Îran piştgiriya wan dike, îşaret bi şerekî nû yê li herêmê dike.    Şer û pevçûnên di 7’ê cotmeha 2023’yan de di navbera Filistîn û Îsraîlê de dest pê kirin, piştî ku artêşa Îsraîlê bi operasyoneke bejahiyê kete Xezayê bû sedemê bîlançoyeke giran. Li gorî bilançoya dawî ya di 30’ê çileyê de têkildarî şerê Îsraîl û Filistînê hate aşkerekirin, herî kêm 26 hezar û 751 filistîniyan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî milyonekê jî filistînî ji cih û warê xwe bûne. Li Xezayê dibistan û nexweşxane hatin bombekirin û jîngeh bi temamî ji holê hatin rakirin.    Di demekî ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê didomîne de şerê li Rojhilata Navîn jî belav dibe. Destdayîna keştiyên bazirganî yên Behrasor ên Husiyan a li Yemenê, êrişên biroket ên li dijî Îsraîlê ji Lubnanê tên kirin û herî dawî hedefgirtina Îranê îşaret bi derketina şerekî herêmî kir. Hûsiyan di 31’ê cotmeha 2023’yan li peravên Yemenê diyar kir ku dest danîna ser keştiyên bazirganî yên girêdayî şîrketên Îsraîlê û li dijî hin keştiyan jî bi fuzeyan êriş kirin. Ji ber vê yekê hedefa ewil bû Yemen. Amerîkayê bi hinceta ku bazirganiya behrê ya navnetewî ketiye xetereyê di 18’ê kanûna 2023’yan de ligel komeke welatan di bin navê “Operasyona Mûhafizên Refahê” fîloyeke pir netew ava kir. Di pêşengtiya Amerîka û Ingîlistanê de li dijî herêmên di bin kontrola Hûsiyan ên li Yemenê de êrişên hewayî didomin. Yemenê jî di 2’yê sibatê de ragihand ku li dijî herêma Eilatê ya Îsraîlê bi gelek fuzeyên balîstîk êriş kirine. Amerîkayê jî herî dawî di 4’ê sibatê de li 13 herêmên Yemenê li dijî 36 hedefên Hûsiyan êrişeke hewayî pêk anî.    ÎRAN TÊ HEDEFKIRIN   Wezîrê Karên Derve yê Ingîlistanê Davîd Cameron di daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên Yemenê de bi gotinên: “Ez difikirim ku vê yekê peyameke aşkere daye Hûsiyan û di heman demê de Îranê jî” Îran weke hedefa nû diyar kir. Li aliyekê bi êrişên di 22’yê kanûna 2023’yan de bi êrişên sîberê îstasyonên benzînê hedef hatin girtin, li aliyê din jî yek ji fermandarê Mûhafizên Şoreşê yên Îranê Seyîd Razî Mûsavî di êrişa hewayî ya 25’ê kanûna 2023’yan hate lidarxistin de hate kuştin. Di êrişa bombeyî ya di 4’ê çileyê de li dijî bîranîna salvegera kuştina fermandarê Mûhafizên Şoreşê Kasim Suleymanî hate kirin de jî 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn. Piştî vê pêvajoyê di êrişên li dijî Îranê hatine destpêkirin hêzên wê yên li Iraq û Sûriyeyê bûn hedef.   QADA PEVÇÛNÊ BERFIREH BÛ   Ji aliyê Îsraîlê ve di 4’ê çileyê de li paytexta Iraqê Bexdayê li dijî yek ji serokên Tevgera Nûceba ya hêza milîsên Şîî Ebû Takva es-Saîdî êrişeke SÎHA’yê hate lidarxistin. Di nava 10 rojan de li Yemen, Iraq, Sûriye û Lubnanê li dijî gelek hedefan êriş hatin lidarxistin. Di yek ji van êrişan de li Beyrûdê yek ji serokên siyasî yê Hamasê Salîh el-Arûrî û şandeya pê re hedef hate girtin û hate kuştin. Piştî van êrişan Îranê jî di şeva 15’ê çileyê de li dijî Iraq û Sûriyeyê û di şeva 16’ê çileyê jî li dijî Pakîstanê êrişên hewayî li dar xistin. Pakîstanê jî li dijî van êrişan di 17’ê çileyê de ragihand ku di 17’ê çileyê de li herêma Sîstan-Belucistanê li dijî noxteyên terorê êriş pêk anî ye.    ÊRIŞA LI DIJÎ MÛHAFIZÊN ŞOREŞÊ    Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdûllahiyan ê tev li Forûma Aboriyê ya Cîhan a di 17’ê çileyê de li Davosê hate lidarxistin bû, got ku heke şerê li dijî Xezayê xelas bibe êrişên li dijî Îsraîlê jî dê xelas bibin. Li ser vê axaftinê Îsraîlê careke din hêzên girêdayî Îranê hedef girtin. Di 20’ê çileyê de li Sûriyeyê li navenda Şamê li semta Mezze ku saziyên fermî, konsolosxane û restoranên luks lê ne bi balafiran êrişî avahiyekê kir. Di êrişê de Cîgirê Fermandarê Hêzên Qudsê yên girêayî Mûhafizên Şoreşê Mîrlîwa Sadik Omîdzade, cîgirê wî Hac Golam û subayên Mûhafizên Şoreşê Hossein Mohammadî, Muhammed Emîn Samadî û Saîed Karîmî hatin kuştin.    BIDEN: ÊRIŞ DÊ BIDOMIN    Di 28’ê sibatê de li dijî baregeheke Amerîkayê ya bi navê Kule 22 ya li Urdunê bi Balafirên Bêmirov (ÎHA) êrişek hate lidarxistin û di êrişê de 3 leşkerên Amerîkayê mirin û 40 leşker jî birîndar bûn. Serokê Amerîkayê Joe Biden ê piştî êrişê daxuyanî da, ragihand ku dê bersivê bidin Îrana ku ji êrişê berpirsyar girt û wiha got: “Em dizanin ku ev êriş ji aliyê komên mîlîtanên radîkal ên li Sûriyeyê û Iraqê ne û Îran piştgiriya wan dike ve hatiye kirin.” Piştî vê daxuyaniyê di 2’yê sibatê de Îsraîlê li navçeyên Elbûkemal û Meyadîn ên li bajarê Dêrazor ê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 11 noxteyên aydê komên Îran piştevaniya wan dike ku di nava refên artêşa Sûriyeyê de cih digirin êriş pêk anî. Di van êrişan de yek ji fermandarên Mûhafizên Şoreşê Sayîd Alîdadî jiyana xwe ji dest da.”   Artêşa Amerîkayê herî dawî di 3’yê sibatê de li Iraq û Sûriyeyê li dijî 85 hedefan êrişên hewayî pêk anîn. Di êrişên Amerîkayê de sivîl jî di nav de 16 kesan jiyana xwe ji dest da. Di van êrişan de noxteyên Mûhafizên Şoreşê yên Îranê û komên milîs ên girêdayî wan ên li Sûriyeyê hedef hatin girtin. Piştî van êrişan Serokê Amerîkayê Joe Biden, daxuyand ku dê ev êriş “li cih û demê ku di hilbijêrin de” dê berdewam bikin.    ALOZIYA LI ROJHILATA NAVÎN BI DAWÎ NABE   Têkiliyên Amerîka û Îranê yên bi şerê Filistîn û Îsraîlê re dîsa teng bû, îşaret bi berfirehbûna şerê li Rojhilata Navîn kir. Heta niha êrîşên li dijî komên alîgirê Îranê yên li Lubnan, Yemen, Iraq û Sûriyeyê nîşan dan ku li gel êrîşa Pakîstanê dibe ku rasterast Îran were hedefgirtin. Daxuyaniya Îranê ya “Em mafê bersivdayînê veşartî dihêlin” weke kûrbûna aloziya li Rojhilata Navîn tê şirove kirin.   MA / Tolga Guney