Meteorolojiyê ji ber barîna zêde ya berf û baranê hişyarî kir 2024-02-05 10:11:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê da zanîn ku li bendê ne li Bolu, Kastamonu, Artvîn, Erzirom û Qersê berf bibare û şilope bibare û ji ber aşûtan bajarên Rohjhilatê Behra Reş û Kurdistanê hişyar kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora xwe ya têkildarî rewşa rojê ragihand. Li gorî daxuyaniyê dê li gelek bajaran baraneke zêde bibare û li bendê ne ku li bajarên Bolu, Kastamonu, Artvîn, Erzirom û Qersê jî berf û şilope bibare. Li gorî midûriyetê, dê li bajarên qeraxê behrê baran û li bajarên Kurdistanê jî berf û baran bibare. Her wiha li gorî texmînê dê li deverên din jî berf û şilope bibare. Meteorolojiyê ji ber xetereya aşûtan, bajarên hundir ên Rojhilatê Behra Reş û yên li bakur û rojhilatê Kurdistanê hişyar kir.