Meşa Mezin a Azadiyê di roja 5’an de ye: Pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin 2024-02-05 10:38:43 ŞIRNEK - Meşvanên Azadiyê ku gihiştin navçeya Qilebanê li vir daxuyanî dan û xwestin ku pirsgirêka kurd bi rêya guftûgoyê bê çareserkirin.    Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, di 1’ê sibatê de ji Qers û Wanê “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin. Meş, di roja 5’emîn de berdewam dike. Meşvanên di baskê Wanê de cih digirin, li pêşiya avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Qileban a Şirnexê hatin gel hev. Tevî hewayê sar jî heta demekî dirêj li vir xelekên govendê hatin gerandin û beşdadran dirûşmên “Bijî berxedana zindanan" û "Na ji tecrîdê re, a niha aştî” berz kirin.    'EM Ê BI SER KEVIN’   Di hevdîtinê de coşeke zêde hebû û Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin axivî. Bartin, got ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdeke girankirî heye û ev tişt anî ziman: “Em ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê û ji bo pirsgirêka kurd jî çareseriyê dixwazin. Di 1’ê sibatê de me li Qers û Wanê dest bi meşê kir. Gund bi gund, tax bi tax digerin. Gelê kurd çareseriyê dixwaze, gelê kurd dibêje ‘bila rêberê me azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe.’ Her kesên daxwaza demokrasî, azadî, yekitî û wekheviyê dikin bila piştgiriyê bidin meşê. Dengê xwe bilind bikin. Werin em bi hev re vê çareseriyê bînin. Em bi xwe bawerin, dê bi ser kevin.”    'BILA PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYA GUFTÛGOYÊ BÊ ÇARESERKIRIN’    Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê Ferîde Ender û Alî Urek jî di axaftinên xwe de meşvan silav kirin û xwestin tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Abdullah Gun jî ev tişt anî ziman: “Em jî vê meşa pîroz pîroz dikin. Em dixwazin pirsgirêkên me yên civakî û pirsgirêka kurd bi rêya guftûgoyê bê çareserkirin.”    Çalakiya li vê derê bi dirûşma “Li dijî tecrîdê mil bidin milê hev” bi dawî bû.    Piştre jî meşvan bi esnafan re civiyan. Meşvan dê piştre jî derbasî bajarokê Gundikê Melê yê girêdayî navenda Şirnexê.