Dengvedana Meşa Azadiyê ya ji Roboskê: Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e 2024-02-05 11:06:09   ŞIRNEX - Rêwiyên Azadiyê yên ku di bin berf û sermayeke zêde de “Meşa Mezin a Azadiyê” ji Wanê dest dan destpêkirin, li her cihê diçinê daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji gel re vegotin. Gotinên dayikên Roboskê yên bi wan re hatin bahev, raxist ber çavan ku ev daxwaz çiqas girîng in.    “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1’ê sibatê de ji Wan û Qersê ji du baskan dan destpêkirin kete roja pêncan. Kesên di meşê de cih digirin tevî barîna berfê û serma zivistanê jî li her derê ku diçinê balê dikişinin ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê û girîngiya azadiya Abdullah Ocalan a ji bo gelên Tirkiyeyê vedibêjin.    Meşvanên ku her cihê diçinê bi eleqeyeke zêde tên pêşwazîkirin bi gotinên “Rêwiyên Azadiyê” tên pêşwazîkirin.    Rêwiyên Azadiyê ku “Meşa Mezin a Azadiyê” ji Wanê dan destpêkirin, navnîşana wan a ewil bû navçeyên Payîzava û Elbak ên Wanê. Meşvanên roja pişt re derbasî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bûn, di berdewamiya wê de çûn navçeya Geverê û pişt re gihiştin navenda Colemêrgê.    MEŞ DI BIN BARÎNA BERFA ZÊDE DE DOM KIR    Rawestgeha ewil a rêwiyên azadiyê yên duh serê sibê ji Colemêrgê ber bi Şirnexê ve derketin rê bû gundê Aşûtê yê navçeya Çelê. Şêniyên gund ên di bin barîna berfa zêde de di ketina gund de bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” meşvanên azadiyê yên ku li benda wan bûn pêşwazî kirin.    Gundiyan meşvanên azadiyê pêşwazîkirin, ew hembêzkirin û mil bi mil di bin barîna berfa zêde de heta derketina gund bi hev re meşiyan.    DI NAVA ÇIYAYÊN BI BERF DE GOVEND GERANDIN    Meşvanên azadiyê yên ji gundiyan xatir xwestin û ketin rê, Mila Siwarakotra ya gihiştinê bi meşaleyên di destê xwe de derbas kirin. Meşvanan pişt re di nava çiyayên bi berf de bi hev re govend gerandin. Meşvanên ku demekê bi wesayîtan dewam kirin, ji Şirnexê re 40 kîlometre mayî dîsa ji wesayîtên xwe peya bûn meşiyan. Rêwiyên azadiyê yên di dema meşa xwe de her tim dirûşm berz dikirin û stran digotin, di vê beşa meşa xwe de têkildarî komkujiyên bi serê gelê kurd hatî zêmar gotin.    ‘BIJÎ AZADÎ, BIMRE KOLETÎ’    Di rêwitiya ji Çelê heta Elkê 5 saetan dom kir de meşvanan tevî berf û sermayeke zêde li her cihê ku çûnê daxwazên xwe yên “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji gel re vegotin. Şandeya li Elkê gel bi eleqeyeke zêde pêşwazî kir, tevî rûspiyên navçeyê re bi dirûşmeya “Bijî azadî, bimre koletî” meşiyan.    RAWESTGEHA DAWÎ YA ROJÊ BÛ GORISTANA ROBOSKÊ    Rawestgeha dawî ya meşvanên bi gel re li navçeya Qileban a derbasî wê bûn hatin bahev bû Goristana Roboskê. Li Roboskê ya di 28’ê kanûna 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin, malbatên zarokên xwe windakirin, bi wêneyên zarokên xwe şande pêşwazî kirin.    GOTINÊN HALÎME ENCUYÊ…   Halîme Encu ya zarokê xwe di komkujiyê de winda kir, di dema serdana goristanê de wiha bang li dayikên leşker û polîsan kir: “Werin destê xwe bidin destê me. Bila êdî komkujî çênebe. Em aştî, azadiyê û yekitiyê dixwazin. Rondikê çavên dayikan heman in. Em hemû dest bidin destê hev û em bêjin êdî bes e. Dilê me dişewite.”   Gotinên Encuyê armanca rêwiyên azadiyê yên tevî berf û zivistanê li dijî polîtîkayên şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd ketin rê, raxist ber çavan ku çiqas girîng e.   Rêwiyên azadiyê yên anîn ziman ku di komkujiya Roboskê de edalet tenê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêkan e û ji aliyê malbatên ku soza têkoşînê dan wan ve hatin oxirkirin û bi rê ketin.