Meşvanên Azadiyê li Milazgirê ne: Serkeftin a kesên ji bo azadiya xwe derketin rê ye 2024-02-05 11:13:44 MÛŞ - Kesên di baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ya Qersê de cih girtin gihiştin Milazgir a Mûşê. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku ji bo heqîqetê nîşan bidin derketin rê û wiha got: “Serkeftin a kesên ji bo azadiyê derketin rê ye.”    Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, di 1’ê sibatê de “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin û meş di roja 5’an de berdewam dike. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin îro di danê sibehê de ji Agiriyê ber bi Mûşê ve ketin rê û gihiştin navçeya Milazgirê.   Meşvanan ji ewil gel silav kirin û piştre jî heta pêşiya avahiya rêxistina DEM Partiyê meşiyan. Di dema meşê de welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan.    ‘EM AZADIYÊ DIPARÊZIN LEWMA DERKETIN RÊ’    Meşvan gihiştin pêşiya avahiya partiyê û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li vir axivî. Çîçek, anî ziman ku li Tirkiyeyê di mijara wekhevî, edalet û hiqûqê de pirsgirêkên giran hene û got ku welêt bi rêya zext û mêtingeriyê tê birêvebirin.    Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî her zehmetiyan jî me meşa xwe li Kurdistana têkneçûyî ji bo civakîkirina meşa xwe em ketin rê. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin, dê xizanî, birçitî, sirgun, zindan û mirin li ser vê xakê bi dawî nebe. Em wekhevî, edalet û azadiyê dixwazin lewma em ketin rê.”    ‘HER KU DIBÊJIN ALA TALANA XWE VEDIŞÊRIN’    Di berdewama axaftina xwe de Çîçek kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî wiha pê de çû: “Sibe, salvegera yekemîn a erdhejê ye. Yên dibêjin ‘welat, milet û Sakarya’ di bin kavilan de man. Yên digotin ‘Bila kurd dayika xwe nebînin’ di bin kavilan de man. Di erdhejê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê ew hêj jî dibêjin welat, milet û Sakarya. Hûn her ku dibêjin ala, wê talana xwe vedişêrin. Yên ku dijminatiyê liv ê erdnîgariyê dikin, ne em lê hûn in. Tenê hêza gel dikare van kavilan rake. Van kavilan ne kesên di qesran de dijîn lê hêza birêxistinkirî ya gel dikare paqij bike.”    ‘BIRÊZ OCALAN RÊBERÊ GELÊ KURD E’   Çîçek, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em dibêjin çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, heqîqetek heye. Gelê kurd, birêz Ocalan tekane rêber û muxatab dibîne. Em ê her cureyên tecrîdê yên ji bo têkiliya birêz Ocalan û gel dixin meriyetê ji holê rakin. Bi salan berê bi milyonan îmze hatin dayîn birêz Ocalan weke rêber hat qebûlkirin. Vê dewletê di pêvajoya çareseriyê de ev rastî qebûl kir. Em nîşan didin bê ka ev heqîqet çi ye. Ev rê, rêya heqîqetê ye û pîroz be. Dawiya vê rêyê, çareserkirina pirsgirêka kurd û bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê ye. Birêz Ocalan, îradeya gelê kurd e. Tekane pêşeng û kes e ku di vê mijarê de lêhûrbûn û xwedî rêyên çareseriyê ye. Em ji bo rakirina pergala îşkenceyê ya Îmraliyê dimeşin. Serkeftin a kesên derketin rê ye.”    Welatiyan jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” û çepikan bersiv da Çîçek.    Meşvan, piştre jî derbasî avahiya partiyê bûn û têkildarî armanca meşê bi gel re sihbet kir. Di heman demê de nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de hatin xwendin û nîqaşkirin. Piştre jî şande ber bi navçeya Kopê ve kete rê.