Muzîkjenê li Gungorenê êriş lê hate kirin jiyana xwe ji dest da 2024-02-05 13:25:14 STENBOL - Muzîkjen, Ûmût Emre Aytekîn ê li Gungorenê li restoranekê rastî êrişa du kesan hat, bi awayekî giran birîndar rakirin nexweşxaneyê. Aytekîn tevî hemû mudaxileyan jî li nexweşxaneya birinê jiyana xwe ji dest da.    Muzîkjen Ûmût Emre Aytekîn li restoraneke li Taxa Abdurrahman Nafîz Gurman a li navçeya Gungoren a Stenbolê rastî êrişa Ceyhûn T. û Hayrettîn O. hat jiyana xwe ji dest da.    Aytekîn ê di encama nîqaşê de rastî êrişa bipêhn û kulman hat, di encama darbeyên ji serê xwe xwarin de bi awayekî giran birîndar bû. Aytekîn ê tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê mudaxileya wî ya ewil kir, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sadî Konûk. Aytekîn tevî hemû mudaxaliyên li nexweşxaneyê hatin kirin jî jiyana xwe ji dest da. Kêliyên ku Aytekîn rastî mudaxileyê hat di kameraya ewlehiyê ya kargehê de hate dîtin, Ceyhûn T. û Hayrettîn O. ên hate zanîn ku muzîkjen in piştî ku Aytekîn dikeve erdî ji cihê buyerê diçin. Tê dîtin ku êrişkar piştî demekê dîsa tên cihê bûyerê û li ser serê Aytekîn disekinin. Nayê zanîn ku nîqaş çima derketiye.   Ceyhûn T. û Hayrettîn O. yên hatin binçavkirin piştî kirariyên li miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Her du faîl ji aliyê dadgeha ku derxistinê ve hatin girtin.