Beriya serdana AKP’iyan her gorekê alek danîn ser! 2024-02-05 13:59:04   MEREŞ - Li Mereşê beriya serdana AKP’iyan, her goreke kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan alek danîn ser.    Sibe yekemîn salvegera erdhejên ku di 6’ê sibata 2023’yan de li Mereşê çêbûn û bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan e. Li navenda Mereşê ku birînên mexdûrên erdhejê nehate dermankirin, her goreke kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan alek danîn ser.    Hate zanîn ku al ji ber serdana sibê ya AKP’iyan a goristanê, danîne ser goran.