Ji Nobetên Edaletê peyam: Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne 2024-02-05 16:50:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobetên Edaletê yên bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hatine destpêkirin de bal kişandin ser Meşa Azadiyê û banga tevlibûnê hate kirin. Çalakvanan ev peyam da: "Heta ku Rêberê me azad nebe rehetî ji bo kesê ji me nîne."   Çalakiya Nobeta Edaletê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê di roja 55’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayistin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Başakşehîr, Zeytînburnu, Kadikoy û Uskudarê, Komeleya Çandê ya Dostaniyê (DKDER), Federasyona Komeleyên Panosê, Komeleya Patnosê ya Sancaktepe Stenbolê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û MATUHAYDER’ê û gelek welatî hatin serdana çalakiyê.    Endamê Lijneya Rêveber a DKDER’ê Turker Demîrcî di çalakiyê de axivî û got ku ev sed sal in zilm li gelê kurd tê kirin û ew jî piştgiriyê didin têkoşîna li dijî vê zilmê tê kirin. Demîrcî, wiha got: “Di heman demê de em dostên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ê birûmet in. Di tevahiya dîroka Rojhilata Navîn de yek ji gelên herî zêde rastî zilm, komkujî, îşkence, qedexe û sirgunê hatî gelê kurd e. Dîroka gelê kurd dîroka zilmê û têkoşîna li dijî zilmê ye. Weke sosyalîstan em bêyî şert û merc piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd a li Rojhilata Navîn. Heta ku gelê kurd azad dibe jî em ê her tim bi têkoşîna wan re bin. Li girtîgehan têkoşînek heye. Her kesê ji xwe re dibêje mirov divê deng bide girtîgehan. Têkoşîna li dijî tecrîdê, peywira me ya însanî ye. Divê her kes xwedî li berxwedana dayik û jinan derkeve. Divê tevahiya civakê di mijara Nobeta Edaletê de bihestiyar be.”    ‘AZADÎ NÊZ E’   Ji çalakvanan Fînce Akman jî di nobetê de wiha got: “Bila her kes xwedî li îradeya xwe derkeve. Em nikarin li malên xwe rûnin, divê em ne rûnin. Heta ku rêberê me azad dibe jî ji bo me rehetî nîne. Divê em rêberê xwe azad bikin û êdî nav me de be. Azadî nêz e.”    Ji welatiyên hatiye serdana çalakvanan Ayşe Sarihan jî ev tişt anî ziman: “Em ê rêberê xwe ji wir derxînin. Weke her carê em ê dîsa li ber xwe bidin. Ez, berxwedan û têkoşîna rêbertiyê bi rêzdarî silav dikim. Divê gelê kurd êdî nesekine. Me heta niha li ber xwe da û dê ji vir û şûnde jî li ber xwe bidin û bi ser kevin.”    MÊRDÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’ê hatiye destpêkirin berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên ji navçeya Stewrê hatin nobet îro dewr girtin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Mêrdînê û gelek welatî hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û helbest hatin xwendin. Dîmenên rengîn derketin holê.    Di sihbetan de beşdaran qala girîngiya grevên birçîbûnê, Nobeta Edaletê û Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatine destpêkirin kirin. Çalakvanan ji kesên hatine serdanê xwestin ku tenê bi serdanan bisînor nemînin û li her deriyê dixin qala Meşa Azadiyê û azadiya Abdullah Ocalan bikin.    Dayika Aştiyê û ji xizmên girtiyan Koçer Oncu di çalakiyê de got ku birayê wê 30 sal in girtî ye û ev tişt anî ziman: “Banga me ji bo hemû dayikan û hevalan ew e ku piştgiriyê bidin nobetê.”    Ji Dayikên Aştiyê Atiye Bulgan jî bi lêv kir ku ew dixwazin li dijî tecrîdê encamekî bi dest bixin û wiha domand: “Bila azadî hebe, girtî bên berdan û ev şer bi dawî bibe. Em serkeftin û azadiyê dixwazin. Ez Meşvanên Azadiyê û girtiyan silav dikim.”    WAN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar hatiye destpêkirin di roja 63’yan de berdewam kir. Rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Elbakê û şêniyên Taxa Suphanê îro hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.    EDENE    Nobeta Edaletê ya pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 64’an de berdewam dike. Di çalakiya ku bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê tê domandin de ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyan daxwaza azadiyê hate kirin û beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê hatiye destpêkirin jî berdewam kir. Dayikên Aştiyê û hunermendên tev li çalakiya îro bûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.    Ji çalakvanên nobetê Dayika Aştiyê Maşallah Şakar got ku dê têkoşîna wan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bidome. Nobeta Edaletê bi gotina stranan berdewam kir.    AMED   Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 63’yan de berdewam dike. Çalakvanan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.   Kedkarên çand û hunerê û dengbêjên girêdayî Navenda Çanda Dîcle Firatê, Ma Mûsîc, Şanoya Bajêr a Amedê, Sînemaya Rojhilata Navîn serdana nobetê kirin. Serdanên ji bo nobetê tevahiya rojê berdewam kirin. Dengbêjan klam gotin û hunermendên Ma Mûsîcê jî bi tembûr û erbaneyan stranên kurdî gotin.    Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    ÊLİH   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê ya di pêşengtiya TUAY-DER’e de hatiye destpêkirin jî di roja 5’an de berdewam kir. Çalakî li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr de tê domandin. Hevserokê MA TUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tev li nobetê bûn. Nobet bi gotina stranên kurdî bi awayekî bicoş berdewam kir.