‘Ji bilî çand û hunerê ne çekek ne jî bombeyek di destê wî de hebû’ 2024-02-06 10:10:28 COLEMÊRG - Dayika Îslam Balikesîr ku yek ji 177 kesên li jêrzemîna wehşetê ya li navçeya Cizîrê hate qetilkirin e Tolîn Balikesîr, anî ziman ku kurê wê ji bo çand û hunera kurd canê xwe feda kiriye û serê wan bilind e. Di dema qedexeya di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate îlankirin û 79 rojan berdewam kir de 177 jê li jêrzemînan bi komî 288 kes hatin qetilkirin. Yek ji kesên li jêrzemîna ku xwe spartinê hate qetilkirin jî xebatkarê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Îslam Balikesîr di 7’ê sibatê de jiyana xwe ji dest da. Balikesîr ê di sala 1990’an de li Colemêrgê ji dayik bû, dema di sala 2004’an de kekê wî Omer Balikesîr hate girtin ji bo tevkariyê li aboriya malbatê bike hem xebitî hem jî çû dibistanê. Balikesîr ê di navbera salên 2008 û 2010’an de xebatên siyasî dimeşandin, pişt re ji bo huner, çand û zimanê kurdî xebat meşandin.    BERXWEDANA JI COLEMÊRGÊ BER BI BOTANÊ VE…   Balikesîr, li Colemêrgê li Navenda Çand û Huner a Feqiyê Teyran ku di bin banê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin û şaredariya ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) dihate rêveberin ve hate avakirin de xebatên girîng meşandin. Balikesîr ê heta 2016’an li gelemperiyê bajêr û li gelek bajarên Kurdistanê xebatên çandê dimeşan, piştî pêvajoya çareseriyê ji aliyê desthilata AKP’ê ve hate xerakirin, ji bo li dijî polîtîkayên zext û înkarê yên li dijî çand û hunerê xebatan bimeşîne derbasî herêma Botanê bû.    Îslam Balikesîr   Balikesîr, dema xebatên çandê yên li qada Botanê dimeşandin de tev li berxwedana xweseriya cewherî ya di sala 2015’an de hate destpêkirin bû. Balikesîr ê yek ji 177 welatiyên li jêrzemînên Cizîrê hate qetilkirin e heta kêliya dawî têkoşîna gelê kurd domand. Dayika Balikesîr, Tolîn Balikesîr a têkildarî jiyan û têkoşîna lawê xwe axivî, anî ziman ku lawê wê bi naskirina Navenda Çanda Feqiyê Teyran re hemû jiyana xwe ji çanda kurdî re veqetand û got: “Lawê min di çarçoveya xebatên çand û hunerê de li qadên goveng, muzîk û folklorê yên çanda kurdî perwerde didan.”   BERIKA LI MALA XWE BIR NAVENDA ÇANDÊ    Balikesir axaftineke xwe ya di navbera kurê xwe de wiha vegot: “Lawê min dest ji dibistanê berda, dema ez çûm ku wî bibinim, min jê pirsî ku ka te çima dest ji dibistanê berdayê û dê bi gerandina govendê bigihî ku derê? Wî jî got ‘dayê ez êdî bi hemû hebûna xwe re li vir im’. Em jî piştî wê rojê tev li jiyana wî nebûn. Lawê min hêj 16 salî bû, bi xebatan re mezin bû. Berika li mala me ya aydê herêma Colemêrgê ji me girt û biribû cihê ku xebat lê dimeşandin ve daliqandibû.”   XEYALA WÎ EW BÛ KU BIBE ROJNAMEVAN…   Balikesîr, anî ziman ku lawê wê dixwest bibe rojnamevan û eleqeya wî ji wênekêşan re hebû û wiha lê zêde kir: “Lawê min Îslam, di pêvajoya girtina kekê xwe Omer de li dikana wî ya produksiyonê dinêrî. Li aliyekî diçû dawetan dîmen û wêne dikişandin, li zarokên kurê min ê girtî û li me dinêrî li aliyekî jî xebatên çandê dimeşand. Yekane xeyala wî ew bû ku bibe rojnamevan. Carekê bi hemû pereyê ji xwe re komkiribû re ji xwe re wênekêş û dîmenkêş kirî. Her tim bi gotinên ‘min ji xwe re makîne girt dema bûm rojnamevan ez ê we bidim rojnameyan’ henek dikirin.”   XWEST DENGÊ KURDAN JI CÎHANÊ RE RAGIHÎNE   Balikesîr, bi lêv kir ku sedema bingehîn ya lawê wî bibe rojnamevan deng derxistina li dijî polîtîkayên zulm, zext û îmhayê yên li hemberî gelê kurd tên kirin bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lawê min ji bo ku pirsgirêkên ew û kekê wî ji ber sedemên siyasî pê re rû bi rû diman û zextên li dijî mala me ji cîhanê re ragihîne dixwest bibe rojnamevan. Dema me hewl dide wî ji xebatan dûr bixînin an jî jê re got dê bê girtin ji me re wiha digot ‘Ez kurd im. Ez tu car dest ji vê fikra xwe jî bernadim. Çi bê serê min jî bila bê.’ Esas bi vê gotina wî me fêm kir ku ka çi dibêje û êdî em tev li wî nebûn.”   ‘EM BI TÊKOŞÎNA WÎ SERBILIND IN’    Balikesîr, gotinên kurê xwe yên li dijî astengkirina hemû malbatê gotine bi bîr xistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurê min her tim ji min re wiha digot ‘Heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo vî gelî çi pêwîst be ez ê bikim. Di oxira vê dozê de heta ku hebim ji bo ku çand, huner û kurdbûna xwe bidim jiyîn ez ê têbikoşim. Dayê ez bimirin jî bi hezaran ên weke min hene, heke ew bimirin bila ez jî bimirim. Çi ferqa min ji wan heye?’ Ji ber vî aliyê wî ê têkoşer em her tim serbilind in. Ez bi lawê xwe serbilind im. Dema min şehadeta lawê xwe bihîst, ji bo ku di rêya rûmetê de çû serê min bilind bû. Ev rê rêyeke pîroz e. Di destê wî de ne çekek ne jî bombeyek hebû, ji bo çand û hunera gelê xwe têkoşiya.”