Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin 2024-02-06 11:25:59 ŞIRNEX - Li Silopiyayê siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ên Meşa Mezin a Azadiyê didomînin, peyamên azadî û aştiyê dan û gotin: “Em zarokên Dayika Taybetê ne. Rêhevalên Sêvê ne. Em ê bi ser bikevin."  “Meşa Mezin a Azadiyê” ya siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin, di roja 6’emîn de berdewam dike. Baskê meşe îro gihişt navçeya Silopiya ya Şirnexê. Meşvanan bi boneya salvegera erdheja 6’ê sibatê ya Mereşê, qurdeleyên reş li îşlîkên xwe kirin. Dayikên Aştiyê, meşvan bi kûlîlkan pêşwazî kirin.    Meşvan yek bi yek ji hêla dayikan ve hatin hembêzkirin. Dayik û meşvan ketin milê hev û ser Cadeya 2’yemîn meşiyan. Meş heya avahiyê Rêxistina DEM Partiyê ya Silopiyayê domiya. Welatiyên ser rêyê bi çepik û nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan meşvanan. Herwiha dayikan gelek caran stran gotin.    KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎN HATIN BIBÎRANÎN   Meşvanan û girseya ji bo pêşwazîkirina wan hatin ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêz girt. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez salvegera erdhejê bi bîr xist û wiha got: “3 rojan li qada erdhejê dewlet tune bû.” Duşunmez, bal kişand ser navendên piştevaniyê yên dema erdhejê û wiha axivî: “Yên ku hînî polîtîkayên qeyûman bûne, qeyûm tayînî navendên piştevaniyê jî kirin. Yên ku dixwazin aştî, biratî û çareserî bê vê xakê bila piştgiriyê bidin me.”    Duşunmez, destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîde dê ye û ev tişt anî ziman: “Ev 35 meh in tu agahî jê nayên girtin. Em ji ber wê dimeşin. Em mafdar in, em ê bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin. Em zarokên Dayika Taybetê ne. Em rêhevalên Sêvê ne. Em ê bikin ku birêz Ocalan azad bibe û azadî bê ser vê axê."   ‘BILA ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’   Sakîne Demîr ku dayika Sêvê Demîr a di dema qedexeyên derketina derve de hatiye qetilkirin e jî wiha axivî: "Ez meşa ji bo azadî, aştî, yekitî, girtîgehan û Serok tê kirin pîroz dikim. Em ê teqez bi ser bikevin.” Dayîk Demîr, xwest ku dayikên tirk jî di nava meşe de cih bigirin û got: “Divê îro ew jî bi me re bimeşiyana. Diviya dayikên polîs, leşker û cerdevanan jî bi me re bûna. Çiqas ku kezeba me dişewite, kezaba dayikên leşkeran jî ewqas dişewite. Ev meş, meşa wan e jî. Bila ji meşa azadiyê netirsin. Bila ev tecrîd rabe. Bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bila Serok Apo azad bibe.”   Di dawiya axaftina xwe de Demîr ji bo çareseriya pirsgirêka kurd banga diyalogê kir û got: “Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Xwîn bi avê tê şuştin. Em aştiyê dixwazin. Ev meş ji bo ku aştî were van axan tê kirin. Zaroka min bû şehîd, ez naxwazin zarokê keseke din bibe şehîd. Bila deriyê Îmraliyê were vekirin, tecrîd were rakirin, bila li dor maseyê rûnin.”   Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Silopiyayê Jiyan Ormanli û Rênas Nadîr Onûk jî gel silav kirin û anîn ziman ku dê tecrîd bi meşê re were rakirin.    LAÇIKA SPÎ GIRÊ DAN   Dayikên Aştiyê piştî axaftinan laçikên spî ku remza aştiyê ne xistin stûyê meşvanan. Li aliyê din dayîi destik û stûmalên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêkiribûn, teslîmî meşvanan kirin.    Daxuyanî bi berzkirina diruşma “Bijî berxwedanan zindanan” bi dawî bû.