Doza rojnameger Oruç hat lidarxistin 2024-02-06 15:18:01   BEDLÎS - Doza nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Oruç hat lidarxistin. Dadgehê biryar da ku tevdîra kontrola edlî bidome û doz taloqî 14’ê gulanê kir.    Sêyemîn danişîna doza nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Şah Oruç ku ji ber îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 22 sal û nîv cezayê hefsê jê re tê xwestin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Ourç û parêzerê xwe Resûl Temûr di danişînê de amade bûn.    Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Yekîneya Şopandina Dozan a MLSA’yê û rojnamegeran jî doz şopandin.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî li şahidê eşkere Umît Akbiyik ku bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû hate guhdarîkirin. Akbiyik, got ku di xebatên ciwanan ên HDP’ê de cih girtiye û rojnameger Oruç gelek caran ji bo hevpeyvînên bi ciwanan re hatiye avahiya Rêxistina HDP’a Amedê. Akbiyik, îdia kir ku Oruç ji ciwanên tev li Kongreya Ciwanan a HDP’ê bûn nêrîn girtiye û hevpeyvînên wî li ser ANF û Nûçe Ciwanê hatine parvekirin. Di heman demê de şahid îdia kir ku MA jî “avadaniyeke rêxistinê ye.” Her wiha Akbiyik got ku dîmenên çalakiya greva birçîbûnê yên di sala 2019’an de li Amedê hatin lidarxistin jî Oruç ji wî re şandine û ev dîmen hatine weşandin.    Serokê dadgehê pirsa “ji bilî xebatên çapemeniyê tu eleqeya bersûc bi rêxistinan re heye?” kir û şahid Akbiyik got: “Tune ye.”    Parêzer Resûl Temûr jî ji dadgehê xwest ji şahid were pirsîn bê ka konferansa behsa xeberê ya HDP’ê bû yan na. Akbiyik got ku konferansa ciwanên HDP’ê bû. Her wiha Temûr hejmara îfadeyan heta niha daye ji Akbiyik kir û wî jî got ku yek li dozgeriyê yek jî li emniyetê bi giştî du caran îfade daye.    ‘NÛÇEYÊN EZ ÇÊDIKIM JI HÊLA AJANSA EZ TÊ DE DIXEBITIM VE TÊN PARVEKIRIN’    Piştre jî rojnameger Oruç parastina xwe kir. Oruç, got ku şahidî nas nake û ev tişt anî ziman: “Di navbera salên 2018-2019’an de weke rojnameger çûm avahiya HDP’ê. Polîsan kesên diketin avahî û derdiketin qeyd dikirin. Dema li qeydan tê nihêrtin, dê were dîtin ku tenê bi ekîpmanên nûçeyan ketime avahî. HDP partiyeke siyasî ye. Ez gelek caran çûm partiyên siyasî yên din jî. Ez nûçegihanê MA’yê me û nûçeyên min li ser vê ajansê tên parvekirin.”    Serokê dadgehê jî pirsa “Gelo nûçeyên MA’yê entegreyî ANF û Nûçe Ciwanê ne?” kir û Oruç wiha bersiv da: “Nexêr entegre nînin lê dikarin nûçeya ajansekî copypast bikin û bi kar bînin.”    ‘MA SAZIYEKE KU XEBATÊN QANÛNÎ DIMEŞÎNE’   Parêzer Resûl Temûr jî bala şandeya dadgehê kişand ser îfadeyên Akbiyik ên derheqê 600 kesan de. Temûr, got ku li gorî hesaba wan, Akbiyik derheqê her yekî de 3 deqeyan axivî ye û wiha domand: “Mimkin nîne kesek di demekî wiha kin de kesekî/ê teşhîs bike. Îfadeyên manîpulatîf û giştî dide. Konferansa Ciwanan a HDP’ê weke xebatekî îllegal nîşan dide. Dibêje ku heta niha 2-3 caran îfade daye lê hêj nizane ka çend caran îfade daye. Lewma wesfa wî ya şahidiyê nîne. Îfadeya şahid  a li dozgeriyê tevî xeletiyên xwe yên rêzimanî li girtekê hatiye kopyekirin. MA saziyeke ku xebatên xwe bi awayekî qanûnî dimeşîne. Weşanên derveyî welat ne tabiên qanûnên Tirkiyeyê ne. Bêyî ku çavkaniyê nîşan bidin, nûçeyan bi kar tînin. Miwekîlê min rojnameger e û tiştekî normal e bi şahid re têkilî danîbe. Ji ber ku çavkanî ye.” Temûr, biryara AYM’ê ya “Cemîl Ugur” bi bîr xist û got ku tiştekî derhiqûqî ye ku rojnamegerek ji ber ajansa tê de dixebite were girtin. Temûr, xwest ku biryara tevdîra kontrola edlî ya derheqê miwekîlê wî de bê rakirin.    Şandeya dadgehê navberekî kin da û piştre biryara xwe eşkere kir. Dadgehê, daxwaza rakirina tevdîra kontrola edlî red kir, biryar da ku li şahidê ku di dosyayeke din a ji bo wê biryara neşopandinê hatibû dayîn de cih digire were guhdarîkirin û danişîna dozê taloqî 14’ê gulanê kir.