Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin 2024-02-06 16:00:40 STENBOL - Polîsên bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û Buroya Hiqûqê ya Gel de girtin, endamên Grûp Yorûmê binçavkirin.  Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê ya li Okmeydani ya Stenbolê de girtin. Endamên Grûp Yorûmê li ser hesabên xwe yên medyaya dijital serdagirtin ragihandin. Polîsên bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin, lêgerîn kirin û endamên Grûp Yorûmê Dîlan Poyraz, Bariş Yuksel, Firat Kaya, Bergun Varan û Merve Kûrt binçav kirin.     Buroya Hiqûqê ya Gel jî ragihand ku polîsan bi ser avahiya wan de jî girtiye. Daxuyaniya ji aliyê buroyê ve hate kirin wiha ye: “Niha polîsan bi ser buroya me de girtin. Hûn çi bikin, bikin em ê ji bo gelê xwe yê di 6’ê sibatê de hatiye qetilkirin dest ji daxwaza edaletê bernedin! Em hemû hempîşeyên xwe vedixwînin piştevaniyê. Bimre Faşîzm Bijî Têkoşîna me!”