Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan û Hakan Buksur bibîr anîn 2024-02-06 18:36:00       MÛŞ - Meşvanên Azadiyê Ekîn Wan ya li Gigimê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeya wê hatibû teşhîrkirin û Hakan Buksur yê di çalakiyên Kobanê de hatibû qetilkirin bibîr anîn.   Meşvanên Azadiyê li navçeya Gimgim a Muşê, endama YJA-STAR’ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) ya di 2015’an de jiyana xwe ji dest dan û cenaza wê hatibû teşhîrkirin û her wiha Hakan Buksur yê di çalakiyên 7’ê cotmeha 2014’an yên Kobanê de di encama gulebarandina ji wesayîtên zirxî de hat qetilkirin bibîr anîn.   Meşvanên Azadiyê ku çûn cihê ku Hakan lê hatibû qetikirin deqeyek rêz girtin. Parlametnerê DEM Partiyê Omer Ocalan axivî û diyar kir ku ew aştiyê dixwazin ew dixwazin şerê ku 40 sale didome bi aştiyê bidawî bibe. Meşvanên Azadiyê yên Jin çûn cihê ku cenazeya Ekîn Wan hatibû teşhîrkirin û deqeyek rêz girtin. Parlamentera DEM Partiyê Nevroz Uysal li vir axaftinekir.    Bîranîn li cihê ku Ekîn Wan lê hatibû qetilkirin, bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.