Parêzer Ormanli: Xwedîderketina li meşê nîşaneya dilsoziya bi Ocalan re ye 2024-02-07 09:01:44   ŞIRNEX - Parêzer Jiyan Ormanli ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li wezaretê da, bal kişand ser Meşa Azadiyê û got: "Ev coş û xwedîderketin, girêdana bi birêz Ocalan û baweriya ku dê ew aştiyê pêk bîne nîşan dide."    Di 22'yê Çileyê de hezar û 330 parêzer ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin, serî li Wezareta Dadê dan. Parêzer û di heman demê de Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Silopiyay Şirnexê Jiyan Ormanliyê ku yek ji serlêdêran e, destnîşan kir ku rêya lihevkirina civakî û aştiyê li Îmrlaiyê ye û got ku lewma divê tecrîd bê rakirin.    Ormanliyê diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 3 sal in di bin tecrîda girankirî de ne û got: "Em parêzer jî ji bo hevdîtinê bi birêz Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê re bikin me serî li Wezareta Dadê da. Dema em hem li gorî qanûnên Tirkiyeyê hem jî li gorî qanûnên navneteweyî binirxînin, em dibînin ku ev pêkanîn bi tevahî li dijî hiqûqê ye. Ev pêkanîn keyfî û siyasî ye. Ev pêkanîn qanûna înfazê ya Tirkiyeyê, qanûnên navneteweyî û pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY) Nelson Mandela binpê dike."   'TIRKIYE GUH LI BIRYARAN NAKE, TECRÎD BELAV DIBE'   Ormanliyê anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li her derê belav bûye û wiha got: “Girtî dema dikevin girtîgehê divê bi heman awayî ji qanûna înfazê sûd werbigirin. Divê dewlet vê wekheviyê misoger bike. Lê li Tirkiyeyê ev wekhevî pêk nayê. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) beriya niha çûbû Girtîgeha Îmraliyê û raporek weşandibû. Di raporê de ku hat weşandin, hat diyarkirin ku li girtîgehan rêgezên qanûna înfazê nayên bicihanîn. Ji ber vê sedemê biryarên pêşniyazî ji Tirkiyeyê re şandibûn. Lê Tirkiye van pêşniyazan bi cih nayne."   Ormanliyê bal kişand ser serlêdana wan a li Wezareta Dadê jî û got ku ji ber şert û mercên heyî yên li Tirkiyeyê nizanin dê pêvajo di warê hiqûqî ber bi ku ve biçe. Ormanliyê da zanîn ku divê qedexeya derketina derve ya li Îmraliyê rojek berî rojekê were rakirin û got: “Pêwîst e birêz Ocalan û girtiyên din bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ji ber ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê li hemû girtîgehên din jî xwe dide der. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên din jî birêz Ocalan wekî Rêberê xwe dibînin û tecrîda li ser wî qebûl nakin. Ji ber vê yekê girtiyên siyasî li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Tenê daxwzeke vê çalakiyê heye; bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye."   'DIVÊ XWEDÎ LI MEŞÊ BÊ DERKETIN'   Ormanliyê ku got “Gelê kurd birêz Ocalan wekî rêber qebûl dike” wiha berdewam kir: “Li girtîgehê ragirtina birêz Ocalan dibe sedema rakirina hrêsa gel. Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û vekirina rêya muzakereyê divê rêya diyalogê ya bi birêz Ocalan re bê vekirin. Dema ku rêya diyalogê vebe, dö lihevhatina civakî û aştî pêk were. Şerekî ku didome heye û ev şer jî wê raweste. Wê bi dawî bibin. Temînkirina wekhevî û edaletê dê hêsantir dibe. Li ser van daxwazan nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên ku dînamîkên civakê pêk tînin jî di nav de, dest bi 'Meşa Azadiyê ya Mezin' kirin. Ev meşa ku ji du milan ve dewam dike, ji aliyê gel ve bi coşeke mezint ê pêşwazîkirin. Meşa azadiyê her ku diçe ji aliyê gel ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Ev coş û xwedîderketin, girêdana bi birêz Ocalan û baweriya ku dê ew aştiyê pêk bîne nîşan dide."