Wezîrê Parastinê Guler çû Herêma Federe ya Kurdistanê 2024-02-07 11:18:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê Yaşar Guler li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. Tê payîn ku dê Guler bi Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinê bike.     Piştî Serokê MÎT’ê Îbahîn Kalin, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler jî çû Herêma Federe ya Kurdistanê. Guler li gel şandeya Serfermandar Metîn Gurak jî tê de, duh çû peytexta Iraqê Bexdayê. Guler piştî çend hevdîtinên li vê derê, bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.    Hat destnîşankirin ku Guler dê li Hewlerê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinê pêk bîne.    Tê payîn ku di hevdîtinan de êrişên li Herêma Zap, Avaşîn, Metînayê berdewam dikin bên nîqaşkirin.