Semra Guzel nehat berdan 2024-02-07 13:50:57   ENQERE - Danişîna 7’an a doza Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel hat lidarxistin û Guzel nehate berdan.    Piştî hinek wêneyên Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel bi endamê PKK’ê Volkan Bora yê di sala 2017’an de di encama bombebarana balafirên şer de jiyana xwe ji dest da bi telefonê hatibûn kişandin serwîsî çapemeniyê hat kirin, Guzel hedef hat nîşandan. Piştî parêzbendiya Guzel hat rakirin û di 3'yê îlona 2022'yan de hatibû girtin.7’emîn danişîna doza Guzel li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Guzel, ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzer di danişînê de amade bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk û endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan ên DEM Partiyê û OHD’ê jî di danişînê de amade bûn.    DÊ PIŞTRE LI ŞAHIDÊ NEPEN WERE GUHDARÎKIRIN   Danişîn bi îfadeyên şahidê nepen “Ezel” dest pê kir. Şandeyê got ku dengê şahid “Ezel” bi fesîh tê fêmkirin û ji ber îxtîmala “dê deşîfre bibe” biryar da ku piştre li wî were guhdarîkirin. Piştre jî rapora têkildarî nasnameya ku tê îdiakirin dema Guzel hatibû girtin li ser hatiye dîtin hate xwendin. Guzel, jî wiha parastina xwe kir: “Di dema bûyerê de min ji polîsan xwest ku ewraqan nîşan bidin lê tiştek negotin. Hemû tiştên min desteser kirin. Dizanîn ka ez kî me û dest danîn ser nasname, cizdan û qertên min ên pîşeyî. Min gotiye ku nasname sexte ye. Ji ber ku gefên kuştinê li min dihatin xwarin lewma min ev nasname bi kar anî.”   Parêzera Guzel, Arzu Kayaoglû jî li ser SEGBÎS’ê parastin kir û got ku nasnameya rast a miwekîla wê di çenteyê wê de bû û ev tişt anî ziman: “Polîsan dizanin ku Semra Guzel e. Ji xwe di girtekên xwe de jî navê wê bi kar anîne. Tawanbariyeke weke ‘sextekarî’ li ser miwekîla me nîne. Nabe ku ev rewş weke hinceta domandina rewşa girtî bê nîşandan.”    Dozger jî bi îdiaya “gumana revê” xwest rewşa girtî ya Guzel bidome.    Guzel piştre dîsa mafê axaftinê girt û got ku ji ber ku parlamentere lewma bûyera heyî li dijî wê veguherandin kompasê.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Şandeya dadgehê biryara domandina rewşa girtî da û doz taloqî 25’ê nîsanê kir.