Meşvanên Azadiyê li bajarê Mazlum Dogan bi girseyî hatin pêşwazîkirin 2024-02-07 14:09:24 XARPÊT - Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê li bajarê Mazlum Dogan Depê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.    Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, di roja 7’emîn a meşê de li navçeya Kanîreş a Çewligê daxuyanî da. Piştre jî meşvan derbasî bajarê Mazlum Dogan anku navçeya Dep a Xarpêtê. Meşvan li vê derê ji hêla bi sedan welatiyan ve bi dirûşmên “Ev der bajarê Mazlum Dogan e”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin pêşwazîkirin. Di pêşwaziyê de bênavber çepik hatin lêxistin û dirûşm hatin berzkirin. Xwişka Mazlum Dogan, Arîfe Dogan jî di nava kesên meşvan pêşwazî kirin de bû.    ‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA SEREKE YE’   Ji meşvanan Derya Yulcu wiha got: “Em ji bo birêz Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê dikin. Em dixwazin ev tecrîda bi sala ye didome bi dawî bibe. Em dizanin ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd, îro li tevahiya welêt belav bûye. Pirsgirêka kurd pirsgirêka sereke ya vî welatî ye. Çavkaniyên vî welatî ji bo şer û rantê tên xerckirin. Kedkar, teqawid, zarok û jin li dijî birçîtiyê li ber xwe didin lê sermayedar û AKP’î bi rehetî dijîn.”    Meşvan û girse piştre bi hev re tev li vekirina bûroya hilbijartinê ya navçeyê bûn.