Îxracata Amedê daket ji sedî 11’an 2024-02-07 14:29:57   AMED - DTSO’yê da zanîn ku îxracata Amedê daket ji sedî 11’an.    Endama Meclisa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Seroka Komîsyona Bazirganiya Derve Yildiz Turk da zanîn ku li gorî daneyên Meclisa Îxracatvanan ên Tirkiyeyê (TÎM) îxracata Amedê daketiye ji sedî 11’an.    Turk, da zanîn ku di çileya 2023’yan de bi giştî 20 milyon û 419 hezar dolar îxracat hatiye kirin û di çileya 2024’an de jî 18 milyon û 255 hezar dolar îxracat hatiye kirin. Turk, got ku îxracata ji bo Sûriye, Iraq û Bulgaristanê zêde bûye ya ji bo Rûsya, Almanya, Îsraîl û Îranê jî kêm bûye. Her wiha Turk diyar kir ku ji sedî 54’ê îxracatê ji bo Iraqê hatiye kirin.