Yek jê rewşa wî giran 2 girtiyên nexweş bi hinceta ‘halnebaşiyê’ nehatin berdan 2024-02-07 15:30:18   ENQERE - Tehliyeyên girtiyê nexweş Ebubekîr Yulu yê li Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye û Huseyîn Bîlecan bi îdiaya “halnebaşiyê” hatin taloqkirin.    Girtiyê nexweş Ebubekîr Yulu ku li Girtîgeha Tîpa S a bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, 30 sal in girtî ye û di lîsteya girtiyên nexweş ê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Yulu, ragihand ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin. Yulu, ji Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren re fax şand û da zanîn ku diviyabû di 30’ê çileyê de bihata tehliyekirin lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta “halnebaşiyê” tehliyeya wî asteng kiriye.    TEHLIYEYA DU GIRTIyAN HAT TALOQKIRIN   Yulu, da zanîn ku tu cezayên wî yên disiplînê nînin û tevî ku “puana nirxandina serdemê” bi ser rêjeya hatiye diyarkirin re ye jî nehatiye tehliyekiri. Yulu, diyar kir ku dê nirxandina din a têkildarî wî de 6 meh piştre were kirin û tehliyeya Huseyîn Bîlecan ê di heman girtîgehê de jî hatiye taloqkirin.    Yulu, destnîşan kir ku li ser gurçikên wî kîst heye û nexweşê fetqa piştê ye. Her wiha binpêkirinên li dijî wî tên kirin vegot. Yulu, anî ziman ku dema dibin nexweşxaneyê lêgerîna nava dev lê tê ferzkirin, ava vexwarinê bi kilse û pergala parzînê xerab e.    ÇIMA LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E?   Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da û got biryara lijneyê binpêkirina destûran bingehîn e. Di serlêdanê de hat xwestin ku kesên tehliyeyên wan hatine taloqkirin bên tespîtkirin û raporên lijneyan ên têkildarî girtiyan de baş bên lêkolînkirin. Her wiha hat xwestin ku tedawiya girtiyê nexweş Yulu tavilê were kirin û ji bo vê gav bên avêtin. Di heman demê de Eren bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne, pêşnûmepirs pêşkeşî Meclisê kir.    MA / Mehmet Aslan