Dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm dê ji ATK’ê re bên şandin 2024-02-07 16:15:36 AMED - Danişîna doza qetilkirina Meryem Sevîm hate lidarxistin û biryar hate dayîn ku dîmenên kêliya qetilkirina Sevîm ji ATK’ê re bên şandin.    Jina bi navê Meryem Sevîm di 12’ê mijdara 2023’yan de li navçeya Peyas a Amedê ji hêla Mûsa Sevîm ve hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê bi sûcên “Guleyên çekên bêruxset kiriye û firotiye yan jî li cem xwe girtiye”, “Heqaret” û “Kuştina bi qesdî” doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin.    Piştî agahdarkirina şahidan, parêzerên malbata Meryem Sevîm axivîn û xwestin ku dîmenên kêliya bûyerê ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re bên şandin. Her wiha parêzeran xwestin ku rewşa girtî ya bersûc bidome.    Dozger jî xwest ku xisûsên kêm bên temamkirin û rewşa girtî ya bersûc bidome. Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya faîl bidome û dîmenên kêliya bûyerê ji ATK’ê re bên şandin.    Danişîn taloqî 20’ê gulanê hate kirin.