Hejmara binçavkiriyan a li Stenbolê derket 90 kesan 2024-02-07 16:29:07   STENBOL - Hejmara kesên di encama serdegirtinên malan ên li Stenbolê de hatine binçavkirin derket 90 kesan.    Piştî êrişa çekdarî ya li dijî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, ji duh ve polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Navenda Çandê ya Îdîlê, Buroya Hiqûqê ya Gel, Halkin Gucu TV jî di nav de bi ser gelek navendan de hate girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinan de  90 kes hatine binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de Rêvebera Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) a Sariyerê Şîmal Denîz, malbatên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TAYAD), Ayten Ozturk a ku 2 sal in di hefsê ya malê de ye û parêzer jî hene. Ji bo binçavkiriyan heta 24 saetan biryara qedexeya hevdîtinê hate dayîn.    NAVÊN BINÇAVKIRIYAN   Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Betûl Vangolu Kozagaçli, Dîdem Baydar Unsal, Seda Şaraldi, Berrak Çaglar, Alî Sînan Çaglar, Şîmal Denîz, Ayten Ozturk, Selma Demîr, Ozlem Balki, Arîf Pelît, Kemal Gun, Savaş Taş, Burcu Delen, Mercan Kanat, Yuksel Dogan, Gokhan Uysal, Alî Gurbuz, Dîlan Poyraz, Bariş Yuksel, Firat Kaya, Bergun Varan, Merve Kurt, Bahar Kurt Kizilaltun, Bariş Kaya, Mehmet Yucetepe, Lerzan Caner Conde, Seval Eyî, Selda Ozçelîk, Meryem Ozsogut û Merve Demîrel.”