Selahattîn Demîrtaş: Em guh nedin kesên serê gel tevlihev dikin 2024-02-07 17:03:55 ENQERE - Selahattîn Demîrtaş ê têkildarî biryara Başak Demîrtaş peyam şandiya wiha got: “Daxuyaniya Başakê ji bo hêz dayîna partiya me bû, daxuyaniya wê ya vekişînê jî bi agahiya partiyê çêbû. Bila gelê me ji me bawer be. Bila tu kes guh nede kesên ku di serê gel de tevliheviyan çêdikin.”   Cigirê Hevserokên Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Berpirsyarê Rêveberiyên Xwecihî Ruştu Tiryakî û parlamenterê partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç çûn serdana Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçûk Mizrakli.    Tîryakî û Olûç piştî serdanê, li pêşiya girtîgehê der barê hevdîtinê de hin agahî parve kirin. Tîryakî, têkildarî biryara Başak Demîrtaş a endamtiya Stenbolê, peyama Selahattîn Demîrtaş parve kir.    ‘BILA GELÊ ME JI ME BAWER BE’   Tîryakî destnîşan kir ku Demîrtaş bi moraleke mezin siyasetê ji nêz ve dişopîne û anî ziman ku “Têkildarî vê mijarê peyameke pir zelal heye. Demîrtaş wiha dibêje; ‘Daxuyaniya Başakê ji bo hêzdayîna partiya me bû, daxuyaniya wê ya vekişînê jî bi agahiya partiyê çêbû. Ev hemû pêvajo bi hev re hatine birêvebirin. Bila gelê me bizane û ji me bawer be. Em dizanin bê ka em çi dikin.’”   Olûç jî ev agahî parve kir, “Ez bi gotinên Selahattîn Demîrtaş tînim ziman; ‘Em yek in, yekpare ne, di navbera me tu cudahî nîn in. Bila tu kes guh nede kesên ku di serê gel de tevliheviyan çêdikin.”