Di lêpirsîna 'her roj parvekirina alaya tirk' de biryara neşopandinê 2024-02-08 09:03:39 AMED - Di lêpirsîna der barê Rûşen Firat de ku bi hinceta wêneyê Abdullah Ocalan li ser medyaya dîjîtal parve kiriye ji bo biryara her roj parvekirina alaya tirk hatibû dayîn, biryara neşopandinê hat dayîn. Ji ber ku wêneyê li ber posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alaya Herêma Kurdistana Federe kişandibû û ew li ser "medyaya dîjîtal" parve kiribû,  der barê Rûşen Firat de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna der barê Firatê de temam bû. Dozgeriya Komarê ya Erziromê, di lêpirsîna xwe de ya bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" dabû destpêkirin, biryara neşopandinê da.    Di biryarê de hat diyarkirin ku ji ber ku di parvekirina "gumanbar" de tiştekî ku bê tehrîkkrin û bangeke ji bo şîdetê tune ye, biryara neşopandinê hatiye dayîn.   Rûşen Firat   ÇI QEWIMÎBÛ?   Yek ji neviyên Şêx Seîd Rûşen Firat ku li navçeya Xinûs a Erziromê dijî, di 26'ê Kanûna 2023'yan de bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû binçavkirin. Sedema binçavkirinê wêneyê Firat bû ku li ber posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alaya Herêma Kurdistana Federe kişandibû. Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Erziromê ji Firat pirsîbû ku "Te qet wêneyê bi Alaya Tirkiyeyê kişandiye?" Firatjî gotibû "na".   Li ser vê dadger biryar da ku Rûşen Firat her roj li ser hesabê xwe yê medyaya sanal wêneyê alaya tirk parve bike. Lê piştî ku ev biryar bû cihê bertekan û Baroya Amedê îtiraz li biryarê kir, biryar hat betalkirin.