Kilamên xwe ji bo Abdullah Ocalan dibêjin 2024-02-08 09:05:07   ŞIRNEX - Dengbêjên jin bi kilamên xwe balê dikişînin ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û nifş bi nifş wê radigihînin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navdewletî ji Sûriyeyê derket. Piştî ji Sûriyeyê derket di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî komploya navdewletî li herêmê, li Tirkiye û seranserê cîhanê bi hezaran mirov daketin kuçe û kolanan û gotin "Hûn nikarin roja me tarî bikin." Gava Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin di nava hefteyekê de 63 kesan agir berda bedena xwe û komploya li Ocalan hat kirin şermezar kirin. Li seranserî welêt gelek kes jî ketin grevên birçîbûnê û bi vî rengî radestkirina Ocalan şermezar kirin. Komploya navdewletî li çar parçeyên Kurdistanê bû sedema bertekên mezin, lê belê yên ku herî zêde li dijî vê rabûn û dengê xwe bilind kirin û li ber xwe dan jin bûn. Jin bi çalakiyên cuda li dijî vê bertekên xwe nîşan dan û nehiştin ev komplo bê jibîrkirin. Gelek jinên dengbêj bi kilamên xwe komployê teşhîr kirin û fikirên Ocalan ragihandin. Ji van dengbêjan du jê Dengbêj Fadîle Aytiş û Dayika Aştiyê Melîha Atak in. Aytiş û Atak bi kilamên xwe komploya navdewletî û hesreta xwe ya ji bo Ocalan di her platform û civatê de radigihînin.   'OCALAN ZANA YE'   Dengbêj Fedîle Aytiş (85) diyar kir ku zanyariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo avakirina cîhaneke nû formuleke demokratîk e û got ku hêzên navneteweyî ji vê pergalê ditirsin û wiha axivî: "Heylo, heylo li min ferman e, pêşiya vê cengê min yek qîre, yek tofan e hey hawara xwedê çi hat serê Ocalan e, Ocalan serkêşê me kurdan e, hawara xwedê dayî hezar salan e neyar û dijmin çima me dikin bin piyan e. Abdullah Ocalan got, 'we nekin em jî evd û insan in' hey mêwanperwero kurdo, bigerînin xwe dinyayê bigihînin. Piştî Abdullah Ocalan hat girtin ez 5-6 caran çûm Amarayê. Ez çûm cem Eynê, Fatê. Ez çûm min cihê ku Ocalan lê radiza dît. Tu der min nehiştin ku ez lê negeriyam. Lê ez çi bikim felek xayin bû destê wî û me ji hev berda."   Aytişê wiha domand: "Ocalan zana ye û dizane. Divê em çar perçe destê xwe bidin hev du, rabin ser xwe û bi hev re dijmin derxin. 70 mîlyon kurd çawa dibe ku di bin destê dijminê xwinxwar de be. Bila em yek bin, lê bila em ne xayin bin. Rabin ser xwe li her çar perçeyan bibin yek bazirganiyê li ser welatê xwe nekin. Bi bazirganiyê em bi ser nakevin."   'DEWLETAN LI SER OCALAN BAZIRGANIYÊ KIRIN'   Dengbêj Aytişê anî ziman ku der heqê jiyana Ocalan de fikarên wan hene û hêzên navneteweyî li ser Ocalan bazirganiyê dikin û wiha domand: "Abdullah Ocalan li her çar perçeyên kurdan kar û barê kurdan kir. Lê ew hêzên navneteweyî jî di navbera me kurdan de nakokî derxistin û xwestin ku birêz Ocalan bigirin. Ketin nav liv û tevgerê û fikirîn ku çawa Ocalan bigirin. Dewletan li ser wî bazirganî kir û ew radestî dijmin kirin û anîn xistin Girtîgeha Îmraliyê. Ev 24 sal in em nizanin Ocalan li ku derê ye, heye, nîn e em nizanin. Kanê Ocalan?"    Roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê girtin û radestî Tirkiyeyê tê kirin, Dengbêj Fedîle berê xwe dide Amarayê û kilamekê davêje ser Ocalan. Dengbêj Fedîle di dawiya axaftina xwe de wê kilamê got.    DI HER ÇALAKIYAN DE STRANA DERWÊŞE EVDÎ DIBÊJE Û DIYARÎ OCALAN DIKE   Dayika Aştiyê Meliha Atak jî 24 sal in ku bi awayekî çalak di nav xebatên Dayikên Aştiyê de cih digire û di her bername û çalakiyan de bêrîkirin û hesreta xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kilaman dide der, nemaze jî bi kilama Derwêşê Evdî ku Abdullah Ocalan jê hez dike.    Atakê jî diyar kir ku ew wê roja ku Ocalan hatiye girtin tu carî ji bîr nake û got: "Birêz Abdullah Ocalan ji bo her çar perçeyên Kurdistanê canê xwe feda kir. Niha di Girtîgeha Îmraliyê de cangoriyê gelê kurd e. Roja ku xwe nas kir xwe kir cangoriyê gelê kurd. Lê belê hê gelek ji me jî ji wî û felsefeya wî fêm nekiriye. Divê em ji rêberekî wekî birêz Ocalan fêm bikin. Çimkî îro dewletên dinyayê ji hêza wî û ji ramanên wî fêm dikin, lewma ew bi komployê girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. Lê belê di Girtîgeha Îmraliyê de jî bêdeng nema û heta vê saetê jî bêdeng nebûye. Lê belê çi kirin? Gotin 'em ê dengê wî bibirin da ku êdî dengê wî negihê derve.' Lê belê îro bi mîlyonan kes li pey dengê wî ne û wî dengî dibihîzin. Ji 9'ê cotmehê heta 15'ê sibatê hemû roj ji me re rojên reş in. Di 15'ê sibatê de ku radestî Tirkiyeyê hat kirin, bi hezaran kesan ji bo wî canê xwe da ber agir. Em wê roja reş şermezar dikin û em dayik naxwazin wê rojê careke din bibînin. Em dibêjin deriyê Îmraliyê vekin û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Êdî bes e. Dema hevdîtin çêbûn dê dinya aram bibe, şer û kuştin kêm bibin. Ocalan ji Derwêşe Evdî û strana wî gelek hez dikir. Ji ber wê jî ez di her çalakî û bernameyan de vê stranê dibêjim û diyarî wî dikim."   MA / Zeynep Dûrgût