Li sûrên Kadîfekaleyê pankarta ‘Bijî Serok Apo’ hate daliqandin 2024-02-08 10:54:17   ÎZMÎR - Li sûrên dîrokî yên Kadîfekaleyê yên Îzmîrê pankarta ‘Em meşa azadiyê silav dikin. Bijî Serok Apo’ hate daliqandin.    Li ser sûrên Kadîfekaleyên yên li navçeye Konak a Îzmîrê ji bo piştgiriya “Meşa Mezin a Azadiyê” pankarta “Em meşa azadiyê silav dikin. Bijî Serok Apo” hate daliqandin. Meşa di 1’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, li Wan û Qersê weke du baskan hatiye destpêkirin, di roja 8’emîn de berdewam dike. Bi pankarta li ser sûran hatiye daliqandin, meş hate silavkirin.