‘Em bi ruhê Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê’ 2024-02-08 11:16:36 ŞIRNEX - Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Hezexê Dogan Adibellî, anî ziman ku Meşvanên Azadiyê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û wiha got: “Divê em bi ruh û coşa Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê.”   “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd ji du baskan ve hatiye destpêkirin, di roja 8’emîn de ye.    Şandeya ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî ên di nav baskê meşê yê Wanê de digirin di nav de îro serê sibê ji Rêxistina DEM Partiyê ya Cizîr a Şirnexê hatin oxirkirin.    TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE   Meşvanên Azadiyê yên yek bi yek çûn destê herkesê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin oxirkirin. Kesên di Meşa Azadiyê de cih digirin li navçeya Hezex a Şirnexê bi fîşekên hewayî hatin pêşwazîkirin. Dayikên Aştiyê bi laçikên spî yên di destê xwe de Meşvanên Azadiyê silav kirin. Meşvanên azadiyê bi gel re serdana dikandaran kirin. Bi dehan kesan re ji ketina navçeyê heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê meşiyan. Di tevahiya meşê de Dayikên Aştiyê laçikên xwe yên spî hejandin û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan re” meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Tecrîd mirine, berxwedan jiyane” hatin berzkirin. Piştî serdana dikandaran yek ji Meşvanên Azadiyê Cemîl Taşkesen ê di daxuyaniya li ber avahiya partiyê hate dayîn de axivî, bal kişand ser tecrîda mutleq. Taşkesen, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û wiha got: “Em naxwazin greva li girtîgehan veguhere, rojiya mirinê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd ne li gorî mirovan ne li gorî dewletê ne jî li gorî Îslamê guncav e. Tecrîd exlaqî nîne. Bila ne leşker, ne polîs, ne girtî ne jî gerîla jiyana xwe ji dest nedin. Werin em bi hev re xwe têxin bin vî barî û wî rakin.”   Taşkesen, anî ziman ku divê pêvajoya çareseriyê jinûve were destpêkirin û got: “Çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”   DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEBIN    Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Hezexê Turkan Kayir a pişt re axivî, bi suryankî Meşvanên Azadiyê silav kir. Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Hezexê Dogan Adibellî jî anî ziman ku ji damezrandina komarê ve gelê kurd di bin zilmê de ye. Adibellî, destnîşan kir ku Ocalan ji bo gelê kurd bedelekî mezin dide û wiha axivî: “Heta ku kurd di sedsala 21’emîn de deriyên Îmraliyê veneke û Serokatiya xwe azad neke, dê ev Meşa Azadiyê nesekine. Serokatî weke Nelsin Mandela ji bo vê têkoşînê bedelên mezin dide. Divê em jî xwedî li Serokatiya xwe derkevin û bi ruh û coşa Botanê dengê xwe bigihînin Îmraliyê.”   Piştî axaftinên hatin kirin, li Rêxistina DEM Partiyê ya Hezexê govend hate gerandin û stran hatin gotin. Piştî govenda hate gerandin, Meşvanên Azadiyê ji aliyê gel ve bi dirûşmeyan hatin oxirkirin. Rawestgeha din a Meşvanên Azadiyê dê bibe navçeya Nisêbîn a Mêrdînê.