Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin 2024-02-08 11:36:51 ÎZMÎR - Li Îzmîrê 4 kes bi hinceta parvekirinên li ser medya dijîtal hatin binçavkirin.    Îro serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtinan de endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Şoreşger a Yekgirtî Mehmet Firat Ekmen, endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Rozana Ûrkûn, endama TOP’ê Berfîn Buyukertaş û endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Tûgçe Kizildemîr hatin binçavkirin. Hat zanîn ku 4 kesên birine Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal, hatine binçavkirin.