Li Dêrsimê coşa ‘Meşa Azadiyê’ 2024-02-08 11:53:43 DÊRSIM - Kesên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin li Dêrsimê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Meşvanan aqûbeta Gulistan Doku pirsîn û li Meydana Seyîd Riza banga çareseriyê kirin.    Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk “Meşa Mezin a Azadiyê” hatibû destpêkirin. Baskê meşê yê Qersê di roja 8’an de gihişt Dêrsimê. Meşvanan ji ewil li ser pira ku Gulistan Doku herî dawî lê hatibû dîtin, daxuyanî dan.    AQÛBETA GULISTAN DOKU HATE PIRSÎN   Parlamentera DEM Partiyê Kezîban Konukçu di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Gulistan 4 sal berê herî dawî li vir hate dîtin. Li çar aliyên Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û windakirin. Li vî welatî her dever bi kamerayan tên şopandin lê lêpirsîneke baş nayê kirin. Gumanbar nehatin binçavkirin lê dayika ku li keça xwe digere hate binçavkirin. Li vê xakê em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Heta ku azadî tê vê xakê jî dê meşa me bidome.”      Meşvanan li cihê herî dawî Doku lê hatiye dîtin, qurnefîl danîn ava bendavê.    PANKARTA BALKÊŞ    Meşvan, piştre jî ber bi bajar ve ketin rê û ji hêla bi sedan kesan ve bi pivdankên spî hatin pêşwazîkirin. Girseyê dovîzên “Meşa azadiyê”, "Şîyayîşê Xelaşiya” û "Jin, jiyan, azadî”  hilgirtin û pankarta “Ma dikarî dev ji vê erdnîgariyê berdî? Dê dara berûyê her sal, her roj bêyî me aj bide. Tiştên me bi salan jiyayîn hene. Li jêr ava Munzurê  diherike” ku gotinên Atakan Mahîr bûn vekirin. Di pêşwaziyê de dirûşma  “Bijî berxwedana zindanan” olan da û coşeke mezin hebû. Di meşa li navenda bajar de jî eleqeyeke zêde ji bo meşvanan hebû. Welatiyên li derdorê bi çepik û dirûşman meşvan pêşwazî kirin. Hunermendên NÇM’ê jî bi stranên xwe rê li ber dîmenên xweşik vekir.    'NIHA DEMA ÇARESERIYÊ YE’   Meş, heta Meydana Seyîd Riza berdewam kir û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Koçyîgît, ev tişt anî ziman: “Em li xaka Elî Şêr, Sakîne û Mazluman e. Weke zarok, nevî û rêhevalên wan me têkoşîna xwe bênavber domand. Welat dişewite; îşkence hene, pirsgirêka girtîgehan heye. Ev 35 meh in agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Pirsgirêka kurd ev sed sal in didome. Em li dijî feraseta ku dibêje; ‘pirsgirêka kurd tune ye’ ketin rê. Em li vir ji dayik bûn û koka me li vir e. Di her bihosteka Dêrsimê de xwîna me herikiye. Ji bo azadî û demokrasiyê tu bedel nemane ku me nedabin. Niha jî dema aştî û çareseriyê ye. Werin dev ji vî aqilê ewlehîperest berdin. Bibin dengê birêz Ocalan. Dêrsimê ser daye lê serî netewandiye. Van çiyayan em parastin. Êdî ev çiya jî serî hil didin. Êdî çiya jî dixwazin ev şer bê sekinandin.”    'DIVÊ TECRÎD RABE’   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got ku gihiştine warê Sakîne Cansiz, Aysel Dogan û Seyîd Riza û ev tişt anî ziman: “Ev îktîdar çand û nasnameya me înkar dike. Welatekî reştarî afirandin. Em bi hesreta welêt rû bi rû hiştin. Em jî dibêjin ‘nifte em in.’ Li gel me heqîqetek heye. Heta niha gotin ‘kurd tune ne, ziman û çanda wan tune ye.’ Niha jî birêz Ocalan di tecrîdê de ye. Ocalan ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya cîhanê pêşengekî girîng e. Em jî ji bo azadiya Ocalan dimeşin. Di vê roja Xizirê de em rojiyê digirin.”    Piştî daxuyaniyê jî govend hate gerandin.