Ahmet Turk: Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn navnîşana çareseriyê ye 2024-02-08 14:04:19 MÊRDÎN -Gelê Nisêbînê, Meşvanên Azadiyê yên gihiştin navçeya wan bi hezkirineke zêde pêşwazîkirin. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk ê di nava kesên meş pêşwazîkirin de cih girt, wiha got: “Birêz Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn aqileke, mamosteyeke, navnîşana çareseriyê ye.   “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û çareseriya pirsgirêka kurd ji du baskan ve hatiye destpêkirin, di roja 8’emîn de didome. Şandeya ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên saziyên sivîl ên civakî ên di nav baskê meşê yê Wanê de digirin di nav de gihişt navçeya Nisêbînê.    Gelê ku meşvan di ketina navçeyê de pêşwazîkirin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berzkirin û meşale vêxistin. Meşvanên bi xwedîderketin û hezkirineke zêde re rûbirû man, heta Parka Aştiyê meşiyan û tevahiyê rê de gel silav kirin.    Piştî ku gihiştinê Parka Barişê parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş li vir bang li gel kir û wiha got: “Min ji we re ji Wan, Qers, Serhedê silav anîn. Nisêbîn heta niha her tim li ber xwe da. Dê ji niha şunde jî her tim li ber xwe bide. Em ji 1’ê sibatê ve dimeşin. Her roja diçe, girseya me, berxwedana me zêde dibe. Gelê kurd sed sal in li ber xwe dide. Em ji vir ji Nisêbîn û girtîgehan re ji kesên li ber xwe didin re silav dişînin. Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were dê meşa me berdewam bike. Meşa me meşa azadiyê ye. Em ji bo dayik negirîn dimeşin. Dayikên Roboskê banga aştiyê kirin. Heke Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û hemû dayikên li ber xwe didin aştiyê bixwazin, mafê kesekê nîne ku vê asteng bike. Roj roja me ye. 25 sal in li ser birêz Ocalan komployek tê meşandin. Gelê kurd ji bo azadiya Birêz Ocalan li ber xwe dide. Berxwedana gelê kurd belavî qada navneteweyî bû. Em ê serbikevin.”   AHMET TURK: OCALAN AQILÊ AŞTIYÊ YE   Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk ê pişt re axivî jî wiha got: “Dewlet li dijî gelê kurd polîtîkayên zext û tundiyê dimeşîne. Em îro li keleha berxwedanê ya ji bo azadiyê gelek bedel dayî li Nisêbînê ne. Em ji bo tevlibûn û pêşwazîkirina gelek spas dikin. Demekî dirêj e gelê kurd ji bo aştî û azadiyê li ber xwe dide. Tevî ku bedelên giran hatin dayîn, gelê kurd li ser piyan e. Îro jî ji bo edalat, hiqûq û pirsgirêka kur dli qadan e. Pergaleke îro ne tenê bakurê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê jî hedef digire heye. Her kes dizane ku birêz Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn aqileke, mamosteyeke, navnîşana çareseriyê ye. Têkoşîna me ji bo pêkhatina azadiya birêz Ocalan e.   Girtiyên îro li zindanan ji bo azadiya birêz Ocalan ketine çalakiya greva birçîbûnê. Em li cem wan in û berxwedana wan silav dikin. Me her tim ji bo nirxê hevpar ê gelan têkoşîya. Têkoşîna me têkoşîna wekheviyê ye. Kesê bi şer encam negirtî ye. Şeran ji bilî gelan bîne li hemberî hev tu encamên din dernexistine holê. Li dijî neheqî, bêhiqûqî û tecrîda li ser birêz Ocalan îro hevalên me seknekê nîşan didin.”   Piştî Ahmet Turk li ser navê Înîsiyatîfa ji Aştiyê re Bibe Deng rojnamevan-nivîskar Rêdûr Dîjle axivî. Dîjle, anî ziman ku bi piştgiriya meşê dê ji bo azadiya Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.    Piştî axaftinan bernameya şandeyê ya Nisêbînê didome.