Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin 2024-02-09 09:00:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan di 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nobeta Edaletê digirin.   Komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hate kirin di sala xwe ya 25'an de ye. Rêberê PKK'ê Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û bi vir ve li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê  di bin tecrîdeke mutleq de tê ragirtin. Ev 35 meh in jî nahêlin ku Ocalan ne bi malbatê ne jî bi parêzeran re hevdîtinê bike. Di demekê de ku çalakiyên şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê û komploya navneteweyî dewam dikir, di 10'ê Cotmeha 2023'yan de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehan ku tecrîda li Îmraliyê herî zêde bandorê li wan dike, ji 27'ê Mijdara 2023’yan ve di greva birçîbûnê de ne. Xizmên girtiyan jî li Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol, Wan û Îzmîrê ji bo edaletê dest bi nobetê kirin. Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan ku pêşengiya çalakiya xizmên girtiyan dikin, 25'emîn salvegera komployê bi çalakiya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" pêşwazî dikin.   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Fatma Cig    'HETA OCALAN AZAD NEBE AŞTÎ PÊK NAYÊ'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Fatma Cig ku li Mersînê Nobeta Edaletê digire, diyar kir ku tecrîda Li Îmraliyê bûye sedema ‘xwîn, hêsir, xizanî û mirinan’. Cigê da xuyakirin ku ji bo ku dilê dayikan neşewite, divê dawî li şer û pevçûnan were û got: “Heta ku Rêberê me (Ocalan) azad nebe, li vî welatî aştî pêk nayê, xwîn û hêsir dê biherikin. Em dixwazin ev xwîn û hêsir rawestin. Ev yek wê bi azadiya Rêbertiya me bibe."   Dayika Aştiyê Meryem Erbey   'OCALAN JIN JI XEWA MIRINÊ HIŞYAR KIR’    Yek ji Dayikên Aştiyê Meryem Erbey ku di çalakiya Mêrsînê de cih digire jî got ku jin bi saya fikrên Abdullah Ocalan, têkoşîna jinên kurd li cîhanê belav bûye. Erbey, diyar kir ku ji ber vê yekê divê jin ji bo azadiya Abdullah Ocalan bêhtir têbikoşin û wiha domand: “Rêbertî, çavê jinan vekir û ew ji xewa mirinê hişyar kir. Divê jin bibêjin; ‘Felsefeya Rêbertiyê ez ji xewa mirinê hişyar kirim. Divê ez jî wî biparêzim. Ez vê tecrîdê qebûl nakim.’ Rêberê me aştiyê dixwaze. Nifteya pêşîlêgirtina komkujiyên jinan, di destê Rêbertiyê de ye. Lewma divê jin rabin ser pêyan û rêberê xwe azad bikin.”    ‘ROJEKE TARÎ ‘   Meryem Soylûyê da xuyakirin ku komploya li dijî Abdulah Ocalan ji bo kurdan "rojeke tarî ye". Soylûyê amaje bi wexta komployê kir û got: "Ya rast tevî ku roj hildihat, lê dinya ji mirov re mîna tarîstanê lê hatibû, mirov digot qey ronahî nemaye."https://t.co/5WMtLl5JeK pic.twitter.com/lQANw6PI82 — Ajansa Mezopotamya (@Makurdi4) February 9, 2024 Xizma girtiyekî Meryem Soylû   Çalakiya Edaleta Nobetê ku li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) di 4’ê Berfanbara 2023’yan de dest pê kiriye, xizma girtiyekî Meryem Soylû jî di vê çalakiyê de cih digire. Meryem Soylûyê da xuyakirin ku komploya li dijî Abdulah Ocalan ji bo kurdan "rojeke tarî ye". Soylûyê amaje bi wexta komployê kir û got: "Ya rast tevî ku roj hildihat, lê dinya ji mirov re mîna tarîstanê lê hatibû, mirov digot qey ronahî nemaye."   Her wiha Soylûyê ev tişt anî ziman: “Piştî ku Rêberê me hate girtin, 3-4 rojan di mala me de xwarin nehate çêkirin. Li ser hemû gelê kurd bandoreke wiha çêkiribû. Eger Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeber neşanda, wê Tirkiye bişewitiya, wê mirovan xwe bişewitanda. Komployê bandoreke bi vî rengî li ser mirovan çêkiribû.”   Soyluyê da zanîn ku komplo di roja îro de jî didome û wiha got: "Çawa ku her gel xwedan pêşeng e, serokê me jî pêşengê vî gelî ye. Serokê wan hemû gelan e ku di bin dagirkeriyê de ne. Lewma vê tecrîdê çêdikin. Pêwîst e Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Gelê kurd vê yekê dixwaze. Eger Rêberê Gelê Kurd azad bibe, wê civak jî azad bibe."   Soyluyê îşaret bi grevên birçîbûnê kir û got: "Girtî di nav çar dîwaran de çi ji destên wan tê, dikin. Laşê xwe didin ber birçîbûnê. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin. Îro roj ne roja sekinînê ye. Bila gelê kurd rabe ser pêyan. Azadî di destê gelê kurd de ye. Dem ne dema rûniştinê ye, bila her kes ji bo azadiya Serok û aştiyê raber ser pêyan."   ‘Azadiya Ocalan azadiya me ye’https://t.co/5WMtLl5JeK pic.twitter.com/5cXU1lVSCx — Ajansa Mezopotamya (@Makurdi4) February 9, 2024 Rasîme Karabaş   ‘BEHSA SERBORIYA XWE YA ROJA KOMPLOYÊ KIR’   Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku nêzîkî du mehan e li Stenbolê dest pê kiriye, Rasîme Karabaş (51) beşdarî wê bûye. Karabaş ku ji gundê Tasûyê yê ser bi Xîzana Bedlîsê ye, di sala 1994’an de neçar dimîne ku koçî Stenbolê bike û du birayên xwe jî di şer de ji dest dane. Karabaşê diyar kir ku wê di biçûkiya xwe de dest bi têkoşînê kiriye û wiha got: "Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd kesekî girîng e. Roja ku Ocalan hate girtin, em pir xemgîn bûbûn. Gava ku min hay ji nûçeyê çêbû, çaydank ji nav destên min ket. Xezûrê min bi bêdengî derkete derve û heta sê rojan qet nehate malê."   Karabaşê amaje bi wê dîrokê kir ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û ev tişt anîn ziman: "Ez wê kêliyê qet ji bîr nakim. Me heta du rojan nedizanî em ê çi bikin. Ji ber ku eger rêberê gelekî tune be, ew gel rêya xwe şaş dike. Me jî rê ji ber rê dernedixist. Lê gelê kurd negot bes, gelê kurd li ser pêyan bû. Jin diçûn ber girtîgehan, çalakiyên zincîrê dihatin kirin. Ciwanan her tim çalakî çêdikirin. Kurdan li her derê li ber xwe dida.”   ‘AZADIYA OCALAN AZADIYA ME YE’   Karabaşê ragihand ku eger kesekî ku gelek ji xwe re wekî rêber dibîne girtî be, ew gel jî girtî ye û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku Abdullah Ocalan hate girtin, em hemû hatin girtin. Lewma azadiya wî azadiya me ye. Di îdeolojiya Abdulah Ocalan de jin hene. Rêveberiya xweser a jinan heye, mafên jinan û wekheviya jinan heye, aştî heye. Hêzên navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe vê sîstemê naxwazin.”   Karabaşê tekez kir ku pirsgirêka kurd û azadiya fizîkî ya Abdulah Ocalan girêdayî hev in û got: “Li seranserê dinyayê şer qewimîne, lê dawiya dawî aştî çêbûye. Em jî dixwazin ku bila Abdullah Ocalan re hevdîtin bêne kirin û bila Abdullah Ocalan bigihîje azadiya xwe.”   ‘EM BIBÊJIN BILA ZAROKÊN ME SAX BIN’   Karabaşê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Sê sal in me hay ji Abdullah Ocalan tune ye. Me hay ji tenduristiya wî tune ye. Li hember vê yekê têkoşîn û berxwedanek heye, lê ne bes e. Eger ev polîtîkaya tecrîd û zilmê berdewam bike, ew ê têkoşîna me jî berdewam bike. Heta ku gelê kurd hebe, komploger wê negihîjin armancên xwe. Eger gotûbêj çêbin, eger gelê kurd azad bibe, em ê bigihîjin armanca xwe. Ez dixwazim ji vir bang li dayikên tirk jî bikim. Bila êdî li şûna ku bibêjin ‘bila welat sax be’, bila bibêjin ‘bila zarokên me sax bin’. Welat eger mirov li ser bijîn, hêja ye. Tirkiye bi hêzeke biyanî re şer nake, bi gelê kurd re şer dike ku her roj jê re dibêje “birayê min”. Divê em hemû tev bi hev re ji vî şerî re bibêjin “raweste”. Ez bang li hemû malbatan dikim bila werin em bi hev re tê bikoşin.”   Sûltan Yagmekan   ‘LI ÎZMÎRÊ NOBETÊ DIGIRE’   Dayika Firat Yagmekan yê ku di Girtîgeha Girtî ya Jimare 2 ya Tîpa F’yê ya Îzmîr Kiriklarê de tê girtin, Sûltan Yagmekan li Îzmîrê Edaleta Nobetê digire. Yagmekanê da zanîn ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’yê Abdullah Ocalan çalakiyê li dar dixin û ev tişt anîn ziman: "Abdullah Ocalan rêberekî wisa ye ku her tim azadî û aştiyê dixwaze. Ne tenê ji bo kurdan, her wiha ji bo tirk, ereb û her kesî azadiyê dixwaze. Ji ber ku azadiyê dixwaze, niha tecrîd li ser hatiye danîn. Sê sal in nahêlin ku bila bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev yek bêhiqûqî ye. Em naxwazin bila mirov bimirin. Eger Abdullah Ocalan azad bibe, şer wê bi dawî bibe.”   Yagmekanê tekez kir ku heta pêkhatina azadiya fizîkî ya Ocalan ew ê tê bikoşin û wiha domand: “Ez ji vir bang li xizmên girtiyan dikim, bang li wan malbatan dikim ku di vî şerî de zarokên xwe ji dest dane. Bila werin piştgiriyê bidin me da ku Abdullah Ocalan azad bibe, da ku aştî were welatê me û dilê dayikan neşewite.”