Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye 2024-02-09 09:02:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs ku der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî, diyar kir ku komplo bi rêbazeke cuda tê meşandin û got: "Tecrîd beşek ji vê konsepta îmhakirin û qirkirinê û neçareserkirina pirsgirêka kurd e."     Ji aliyê Hêzên navdewletî, bi pêşengiya DYA, welatên NATO û Îsraîlê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Piştî vê gelê Kurd û dostên kurdan dest bi çalakiyan kirin. Gelê kurd Ocalan kêlî bi kêlî şopand û li dijî vê komployê dest bi çalakiyên cur bi cur kirin. Li aliyekî meşên girseyî li dar xistin, li aliyê din ve jî dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin.    Di ser komploya navneteweyî re 25 sal derbas bûn, lêbelê di şexsê Ocalan de hewldayinên tasfiyekirina gelê kurd hê di roja me ya îro de jî didomin. Ocalan ê ku 24 sal in di Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de tê girtin 35 meh in ku tu agahî jê nayên standin. Ev yek dibe sedema fikaran. Her wiha li dijî tecrîda girankirî kampanyaya "Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" hat destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Greva birçîbûnê ya ku di 27'ê mijdarê de hatiye destpêkirin, dê heta 15'ê sibatê bidome.    Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs der barê 15'ê sibatê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîdê de axivî.   'TECRÎD BEŞEK JI KONSEPTA ÎMHAKIRINÊ YE'   Ahmed Karamus diyar kir ku piştî komploya navneteweyî Tirkiyeyê bi konsepteke cuda ev komplo daye meşandin û wiha axivî: "Destpêkirina tecrîdê berhemeke desthilatdariya dewleta tirk bû. Bi hevkariya hin hêzên navneteweyî konseptek dan pêşiya xwe û ev konsept li ser armanca tunekirina kurdan û neçareserkirina pirsgirêka kurd bû. Dixwazin ku li ser hebûn û berxwedana gelê kurd, xebat û tekoşînê  bi her şêwazî bêencam bihêle. Ew civîna ku dı konseya ewlekariya dewleta tirk de hatibû şîrovekirin û nirxandin û biryarên ku di wê civînê de hatibûn girtin, li gorî nêrîna min tecrîtdbeşek ji vê konsepta îmhakirin, qirkirinê û bêçarehiştina pirsgirêka kurd e. Em vê baş dizanin ku konsepta ku di 2014'an de ku hat qebûlkirin êdî xistin meriyetê ku îro tecrîdeke bêdawî ku di esasê xwe de dewleta tirk hem zagonên xwe, hem qanûnên xwe yên navxweyî û hem jî peymanên navdewletî di mijara girtiyên siyasî de ku di destê dijmin de wekî esîr in pêk tîne. Zagon û peymanên navneteweyî jî binpê dike. Dewleta tirk di rewşeke wiha de tu zagonan, tu peymanên navxweyî berçav nagire û binpê dike. Jixwe heta astekê ev konsepta ku dane pêşiya xwe di asta navdewletî de jî piştgiriyeke digire."   'EV KONSEPTA QIRKIRINA GELÊ KURD BÛ'    Karamûs da zanîn ku dewleta tirk bi girankirina tecrîdê û qutkirina hevdîtinên bi Ocalan re şêwaza komployê didomîne û wiha domand: "Komploya navneteweyî ya di sala 1999'an de li dijî birêz Ocalan, ji aliyê heman dewletan ve pêk hatiye. Ji ber wê sedemê konsepta ku danîne pêşiya xwe konsepteke ne tecrîdkirinê ye, konsepta qirkirina gelê kurd e. Dixwazin ku nerazîbûna gelê kurd a li hemberî polîtîkaya wan a dagirkeriyê, bêdeng bihêlin. Encamên ku ev tecrîd wan bi xwe re bîne, israra dewleta tirk e ku birêz Ocalan îzole bike û tu danûstandin û pêwendiyê li gel gelê kurd neke û bi her şêwazî îzolosyoneke berfireh belav bike. Armanca wan jî ew e ku di vî warî de li gorî konsepta xwe tevbigerin. Ji aliyeke din ve niha hebûna birêz Ocalan ku paradîgmaya ew bi xwe diafirîne perspektîf, felsefe û polîtîkaya ku bandoreke gelek mezin di asta navnetewî û navdewletî de dike. Mileke tecrîtê jî ew e ku bîr û ramanên siyasî, civakî ji dawî anîna pirsgirêka kurd bêpar bihêle. Yan jî bandora wê ya di asta navdewletî de ku bêencam bihêle û bêbandor bihêle. Êdî paradîgmaya birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd hem di rojhilatanavîn de û hem jî di asta navdewletî de êdî ji pirsgirêkan re bûye fikrek, ramanek û felsefeyek. Em wisa difikirin ku tê xwestin ku pêşî li fikrê birêz Ocalan bê girtin û bê bandor bê hiştin.Lê gelê kurd tecrîtê bi ti şêwazî qebûl nake û tekoşîna gelê kurd bi israre û bi îrade ye ku  vê konseptê û tecrîta li dijî birêz Ocalan bi dawî bîne li ber xwe dide û dê li ber xwe bide."    'DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN'   Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamûs bal kişand ser giringiya tifaqa kurd a li ser şikandina tecrîdê û ev tişt gotin: "Daxwaz û têbeniyên partiyên siyasî û rêxistinên Kurdistanî hene. Bêşik û bêgûman cihê şanaziyê ye ku hêviyên wan ji saziyeke netewî heye ku pêşengiyê ji vê re bike. Em wekî KNK ku di vê kampanyanyayê de, di van çalakiyan û dîplomasî û xwepêşendanan de em bang li her kesî dikin ku bi şêwazeke çalak em tevlî van xebatan bibin. Bêgûman dema hêza Kurdistanî ji bo rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi yekdengî û yekrêzî danûstandinê bi hev re bike, bingehek di nava beşeke mezin ê Tevgera Kurdistanî de heye. Her çiqas hin aliyên kurd nêzikî vê nebin jî em bawer dikin dema ku piraniya hêzên kurd û Kurdistanî li ser vê rêkeftinekê bikin dê bandoreke siyasî hem li ser her çar beşên Kurdistanê û hem jî li ser Rojhilata Navîn bıke û hem jî di asta navdewletî de bidestxistina statuya siyasî, dîplomatîk ê berfirehtir bibin. Dem dema em bi hev re bi yekrêzî û bi yekdengî xwedî li deskeftiyên xwe derkevin û em li gel hev du tevbigerin."   'ÇARESERIYA PIRGIRIKA KURD BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ PÊKAN E'   Karamûs di berdewama axaftina xwe de got ku tecrîd bi pergaleke taybet ji aliyê hêzên komploger ve tê meşandin û got: "Dema ku mirov temaşe dike, hêzên ku di nava konseptê de cihê xwe girtine û piştgiriyê didin dewleta tirk mebesta wan kûrtirkirina aloziya ye, kûrtirkirina bêçareseriya siyasî ya li herêmê ye. Êdî bi awayekî zelal aşkere bûye ku pirgirêkên navxweyî û yê Rojhilata Navîn encax bi şêwazeke siyasî dikarin bê çareserkirin. Tecrîda li hemberî birêz Ocalan dide xuyakirin ku daxwaza hêzên di nava komployê de û di nava vê pêvajoyê de cih girtine dixwazin bi her rengî û şêwazê birêz Ocalan îzole bikin. Em baş dizanin heta ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn û li Kurdistanê bi şêwazeke siyasî neyên çareserkirin dê her û her ev alozî berdewam bikin. Ji ber wê çi dewleta tirk dibe û çi jî dewletên kolonyalist dibin naxwazin pirsgirêka kurd û Rojhilata Navîn çareser bibe. Ji ber vê sedemê dixwazin ku vê tecrîtê hin kurtir bikin. Em wekî KNK di çareserkirina pirsgirêka kurd de çareseriyê di şikandina tecrîdê de dibînin. Ji bo ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê şikandin, di asta diasporayê de gelê kurd bi hemû hêz û pêkhateyên xwe pêwîst e ku gavên berbiçav biavêje da ku dawî li tecrîdê bê. Heta ku tecrîd neyê rakirin pirsgirêka kurd bi şêwazeke siyasî jî nayê çareserkirin."   'DEWLETA TIRK JI NAKOKIYÊN DI NAVBERA KURDAN DE SÛD WERGIRE'   Karamûs anî ziman ku êrişên li dijî kurdan hemû berhemên tecrîdê ne û ev tişt gotin: "Polîtîkayên tecrîdê û kûrkirina tecrîdê beşek ji konsepta tasfiyekirina kurdan e. Dixwazin hêza çareseriya kurd bêçalak bihêlin. Ji ber wê jî nakokiyên ku hene hin berfirehtir dibin. Ev nakokiyên ku hene jî bêguman bandora xwe li ser tevgera kurd bi giştî dike. Îro dewleta tirk êrişên xwe li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike.  Bi armanca tasfiyekirina hebûn û deskeftiyên statûya kurd dike. Li ku dera cîhanê bertekek li dijî dagirkeriya dewleta tirk bê nişandan em dibînin ku dewleta tirk bi SÎHA'yan, tanq û topên xwe êrişî wir dike. Beşek ji konsepta dewleta tirk heye ku ew konsept jî tevgera kurd ji hev veqetandiye. Ev dibe sedem ku dewletên dagirker, li herêmê sûdê ji van nakokiyan wergirin. Ji ber wê tecrîd êdî bûye pirsgirêka çar perçeyên Kurdistanê. Dewletên ku li herêmê dixwazin ku gelê kurd bêîrade bihêlin. Ji ber wê ev ji bo me firsendeke mezin e ku em konsepta komkujî, qirkirin û dagirkerinê yên dewletê bêencam bihêlin. Dema ku berjewendiyên gelê kurd ketin bin metirsiyê em wekî KNK xwedî helwest in. Baweriya me heye ku pirsgirêka kurd li beşeke Kurdistanê bê çareserkirin û ev dê bandorê li ser perçeyên din jî bike. Hebûna birêz Ocalan, felsefe û paradîgmaya wî ya ji bo çareseriyê em dibînin. Jixwe demeke dirêj e ku ji bo azadiya birêz Ocalan kampanya hatiye destpêkirin. Wekî KNK di vê çarçoveyê de me gelek bang kirine. Êdî hatiye îspatkirin ku konjuktora siyasî çi li Kurdistanê dibe çi li Rojhilata Navîn dibe êdî gihaştiye qonaxeke ku êdî em bi hev re tevbigerin û bibin aktoreke sereke."     MA / Zeynep Durgut