Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye' 2024-02-09 11:34:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek aktîvîstên Fransî, bi navê “Li Kurdistanê çareserî siyasî ye” deklarasyonek parve kirin. Deklarasyona ser Rojnameya L’Humanité wek manşet hate weşandin. Aktîvîstên fransî ku di navde rojnameger, hunermend, civaknas û nivîskar jî hene, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û siyasetmedarên kurd deklarasyonek parve kirin. Rojnameya fransî L’Humanité, bi manşeta “Kurdistan: Di nava agir de zincîrkirî ye” bal kişand ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê girtî ne.   Daxuyaniya ku aktîvistên fransî bi sernavê  “Li Kurdistanê çareserî siyasî ye” wiha ye:   BANGA BERDANA ABDULLAH OCALAN   Salek nû dest pê dike. Û ev li Kurdistanê bi awayekî xerab dest pê dike; piştî ku dewleta tirk di nava bêdengiya dewletên navneteweyî de bombekirina Rojava berdewam kir, di kûrahiya zindanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girtî ji bo edaletê diqîrin. Greva birçîbûnê ya bi komî piştî di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest pê kir heta îro didome. Çalakiya greva birçîbûnê li zêdetirî sed girtîgehan bi hezaran girtî xist nava tevgerê. Girtî careke din bi vê çalakiyê bang dikin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji sala 1999’an heta niha di bin tecrîda giran de ye, serbest bê berdan. Bi vê çalakiyê dixwazin Rêberê PKK’ê serbest bê berdan.   Demekê Rejîma Apartheid, Nelson Mandela bi mohra 'terorist' reş kiribû. Lê Mandela pirsgirêk çareser kiribû. Îro li Tirkiyeyê Ocalan jî wekî vê mînakê, tekane kesê ku pirsgirêka kurd çareser bike ye. Rêberê Otonomîst, bi dehan sal in muzakereyan dike. Ji bo çareseriyek aştiyane û adil bang dike. Dubare diyar dike ku dikare bi navbênkariya hêzên navdewletî dikare teslîm bike. Hevdîtinên ji bo aştiyê di sala 2013’an de dest pê kiribû. Lê 2 sal şûnde parazvanê sextekar ê Filistiniyan û zalimê rasteqîn ê kêmaran dixe kontrola xwe ev pêvajo binpê kir û dawî lê anî.   BANGA GIRTIYAN   Mehkûmên kurd bang li piştevaniya navneteweyî dikin. Divê ev dengê wan li her derê bê bihîstin; divê dengê wan bigêje her derê. Welatên Rojava, têkiliyên xwe yên aborî û leşkerî bi endamê sereke yê NATO re berdewam dikin. Her welatî di mudaxaleya polîtîkayên derve yên hikûmeta xwe de xwedî mafê gotinê ne. Her gotin divê li ber çavan bê girtin. Her bêdengî jî wisa ye.   HELWESTA MEHKÛMKIRINA SIYASETA KURD   Hevserokê HDP’ê yê berê û nivîskar Selahattîn Demîrtaş, ji kanûna 2023’yan û vir ve li pêş dadgeran doza xwe diparêze. Demîrtaş di sala 2016’an de hat girtin. Bi 142 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. Demîrtaş îro wiha dibêje; 'Aştiya bi rûmet ku em qala wê dikin, aştiya ku kurd, tirk, elewî, sunnî û rengên din karibin di nava hevde bi aştî û aramî bijîn e. […] Dewleta tirk, bi armancên nijadperest û neteweperest ji ber ku em kurd in me dadirizîne. Ji ber ku em li dijî tezên bîrdoziya nijadperest a tirk serî natewînin, em tên darizandin. Ji ber ku em dibêjin Kurdistan welatê me ye û hûn nikarin Kurdistanê dagir bikin, îro em tên darizandin. Li vê holê di şexsê me de dixwazin rastiya kurd û Kurdistane mehkûm bikin.'   Dîsa wekîla HDP’ê ya berê Sebahat Tuncel ji sala 2016’an ve girtî ye. Tuncel jî wiha dibêje; 'Li ser bingeha dostanî, xwişk û biratiyê jiyaneke bi hev re pêkan e.' Lê ev vebijêrk mixabin ji aliyê hikûmeta tirk ku bi tevgera faşîst a  MHP’ê re di tifaqê de ye, bi awayekî rêk û pêk tê redkirin.   ŞER BI SIYASETÊ TÊ ÇARESERKIRIN   Wekî em dizanin şer û pevçûn tenê bi rêyên siyasî tên çareserkirin. Zext, cudakarî, komkujî, girtin û tundî qet heta dawî nikarin bidomin. Gelek kengî bê bindestkirin, dê li ber xwe bide. Dîrok vê rastiyê diçespîne. Di dîrokê de kesên hatin bindestkirin, li Hindistan, Vietnam, Cezayir û Efrîqaya Başûr di encama berxwedanê de azadiya xwe bi dest xistin. Bêguman dê gelê kurd jî rojekê bigihije azadiya xwe. Niha li dijî rejîma otokrasî, şer û nijadperestiyê, parastina demokrasiyê tê kirin. Em li ser axa xwe destekê bidin wan. Em girtiyan di bin siyê de nehêlin.   EM GUH BIDIN ABDULLAH OCALAN   Em guh bidin Abdullah Ocalan, guh bidin Selahattîn Demîrtaş, guh bidin Sebahat Tuncel. Em li aktîvîsta kurd û TJA’yê û hevşaredara berê Ayşe Gokkan ku 80 caran hat binçavkirin û ji sala 2021’an ve girtî ye guhdar bikin. Em Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku ji sala 2016’an ve girtî ye guhdar bikin. Em hevşaredara berê Gultan Kişanak ku di sala 1980’yî de hat girtin û îşkence lê hat girtin û dîsa ji 2016’an ve girtî ye guhdar bikin. Em stranbêj Nûdem Dûrak ku bi rêya hunerê mafê çand û gel diparast û cezayê 19 salan ê hepsê lê birîn, guhdar bikin. Em stranbêj Erkan Belî ku îşkence lê hat kirin û cezayê heta heta lê birîn guhdar bikin. Em li Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû ku ji gulana 2023’yan ve girtî tê darizandin guhdar bikin. Em rojnameger û nûçegihanê DÎHA’yê Ziya Ataman guhdar bikin. Werin em Nedîme Yaklav ku 30 salin girtî ye û nayê berdan guhdar bikin. Dîsa em li Mûstafa Mûrat Perîşan ku 30 sal in girtî ye û ji ber poşmaniyê qebûl nake û nayê berdan guhdar bikin. Em li Selver Yildirim û Abdulalîm Kaya ku girtiyên nexweş in û nayên berdan guhdar bikin. Lîsteya navan dirêj dibe û diçe.   Em guhdar bikin. Em wekî welatiyên fransî van daxwazan bikin. Em bixwazin ku Fransa bazirganiya aborî û leşkerî ya bi dewleta tirk re bi dawî bike. Em bixwazin ku rêxistina PKK’ê ji lîsteya 'Rêxistinên terorê' derxe. Em bixwazin ku bi rêya Interpolê hevkariya polîs û edlî ya bi dewleta tirk re bi dawî bike. Em bixwazin ku biryara veşartina lêpirsîna dosyaya kuştina 3 jinên kurd ên di çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin bê rakirin."   NAVÊN KESÊN ÎMZE KIRIN   Navên kesên îmze kirine wiya ne:   Nadège Abomangoli - Wekîl   Arié Alimi - Parêzer, nivîskar û endamê Mafê Mirovan (LDH)   Hakim Amokrane - Stanbêj û şirîkê Sazumankar ê Zebda   Mustapha Amokrane - Stranbêj û Şirîkê Zebda   Joseph Andras - Nivîskar Xxelata Goncourt )   Ludivine Bantigny - Dîroknas   Miguel Benasayag - Fîlozof û psîkanalîst   Olivier Besancenot - Namzetê Serokê Berê   Rachida Brakni - Lîstikvan û senarîst   Rony Brauman - Bijîşk û nivîskar   Éric Cantona - Aktor, stranbêj û gogbaz,   Carmen Castillo - Senarîst   Patrick Chamoiseau - Nivîskar   Laurence Cohen - Senatorê Rûmetê   Éric Coquerel - Wekîl   Leyla Dakhli - Dîroknas   Hendrik Davi - Wekîl   Alice Diop - Derhêner   Sébastien Delogu - Wekîl   Rokhaya Diallo - Nivîskar û derhêner   Éric Fassin - Civaknas   Elsa Faucillon - Wekîl   Robert Guédiguian - Derhêner (Xelata Filmên Ewropa)   Nadia Yala Kisukidi - Feylesof    Anouche Kunth - Dîroknas   Adèle Haenel - Lîstikvan (Xelata Cêzar a Lîstikvana Jin a Herî Baş)   Kaoutar Harchi - Nivîskar û civaknas   Andy Kerbrat - Wekîl   Pierre Laurent - Senatorê rûmetê û Cîgirê Serokê berê yê Senato   Jean-Paul Lecoq - Wekîl   Frédéric Lordon - Feylesof û aborînas   Michael Löwy - Civaknas   Maryam Madjidi - Nivîskar (Xelata Goncourt)   Chowra Makaremi - Antropolog û derhêner   Carlos Martens Bilongo - Wekîl   Edgar Morin - Civaknas û feylesof (Xelata Zêr a Unesco)   Aline Pailler - Rojnameger   Ernest Pignon-Ernest - hunermendê dîtbarî   Philippe Poutou - Namzetê Serokê Berê   Anne Querrien - Civkanas û plankarê bajar   Rocé - Rapvan   Pinar Selek - Civaknas û nivîskar   Danielle Simonnet - Wekîl   Pierre Tevanian - Feylesof   Ana Tijoux - Stranbêj   Laetitia Tura - Derhêner   Françoise Vergès - Nivîskar û siyasetmedar   Gisèle Vienne - Koreograf û derhêner   Abdourahman Waberi - Nivîskar   Malik Zidi - Nivîskar û aktor.     KOLEKTÎF     Pêkhateyên Femînîst ên dernetew   Komeleya Fransa-Kurdistan   Konseya Demokratîk a Kurdên Fransayê (CDK-F)   Feminîstên Şoreşger Paris   Çepa Ekososyalist   Dijberên ataerkîl ên Lezbiyen   Ekolojiya Populî û Civakî   Tora Serhildan a  Enternasyonalîst   Yekitiya Azadîparêz a Komunist (UCL)   Sendîkaya Solidaires   Asya Rojava Afrîkaya Bakur (WANA)