Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin 2024-02-09 11:47:58   SÊRT - Di serdegirtinên malan ê li Sêrtê de Serhat Baykara û Yûsûf Ozbay hatin binçavkirin.    Polîsan duh bi şev saet derdora 21.00’ê li taxên Nû û Çalê yên Sêrtê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Serhat Baykara (22) û Yûsûf Ozbay hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinê de polîsan deriyên malan şikandine û derdora 3 saetan li malan lêgerîn kirine.    Hat zanîn ku her du ciwan bi îdiaya “Li ser dîwaran nivîs nivîsandine û propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyeta Sêrtê.    Dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.